Xwebûn bi manşeta ‘Peymana qirkirinê’ derket 2024-09-09 08:28:44 NAVENDA NÛÇEYAN - 247’emîn hejmara rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Peymana qirkirinê” gihişt xwînerên xwe.  Hejmara 247’emîn a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Peymana qirkirina” bal kişand ser êrîşên bi SÎHA’yan ku piştî peymana Enqere-Bexdayê li dijî sivîlan pêk tên. Rojnameyê bi bîr xist ku piştî Peymana 15’ê Tebaxê di navbera Enqere û Bexdayê de pêk hat li dijî sivîlan 4 êrîşên bi SÎHA’yan pêk hatine û 2 jê rojnameger 10 sivîl hatine qetilkirin.    Rojnameyê di surmanşetê de jî bi kirmanckî sernavê “Kulturo derbeker” bal kişand ser darbeya 12’ê Îlonê û çanda darbeyan a dewleta Tirkiyeyê. Rojnameyê di rûpela jin de jî bi sernavê “Li çiyayên jor binêrin” bal kişand ser rol û rista jinê ya di civakê û serdestiya pergala mêrperest a hezar salên dawî.