Giliyê qereqola erdê wî yê tapokirî bi têlan girtî kir 2024-08-14 15:54:47   AMED - Welatiyê bi navê Osman Karabacak ê li navçeya Erxeniyê dijî, li ser CÎMER’ê giliyê qereqola erdê wî yê tapokirî bi têlan girtî kir.    Malbata Karabacak li gundê Qalendan ê navçeya Erxenî ya Amedê dijî. Aliyê zeviya malbata Karabacak ê dikeve mlê rêyê, ji hêla cendirmeyan ve bi têlan hate girtin. Malbata Karabacak nikare bi wesayîtan biçe nav erdê xwe. Ji ber vê yekê Osman Karabacak li ser Navenda Ragihandinê ya Serokkomariyê (CÎMER) giliyê Qereqola Cendirmeyan a Qalendanê kir.    ‘CERDEVAN DIZIYAN DIKIN’   Me bi rêya telefonê xwe gihand Osman Karabacak û got ku ji roja noqteya lêgerînê hatiye danîn heta niha (8-9 sal in) bi cerdevan û cendirmeyan re pirsgirêkan dijîn. Karabacak, anî ziman ku cerdevan ji bo wan pirsgirêkan derdixînin û “diziyan” dikin. Karabacak, wiha domand: “Bêyî destûra me dikevin nav erdê me. Me gelek caran ev pirsgirêk vegotin lê cerdevanan ji me re gotin; ‘Heke hûn îfadeyên rast jî bidin, gotinên me yên derew bi ser gotinên we re ne. Lewma tu qîmeta we nîne.’ Min têkildarî vê mijarê bi fermandarê qereqolê re hevdîtin kir. Got; ‘Temam em ê çareser bikin.’ Lê bi heman rengî domiya. Salek û nîv berê dema cerdevanan dizî dikirin min ew girtin. Alav û amûr, zebze, alavên çandiniyê, boriyên avê û hwd. di dizîn. Herî dawî ava me ya kaniyê birin noqteya lêgerînê. Min dîsa bi fermandarê qereqolê re hevdîtin kir. Got; ‘Temam em bi kar nayînin, hûn ava xwe bibin.’ Min 500 metreyên xortimê kirîn û xistin wir. Min ewqas mesref kir lê 2 roj piştre dîsa xortim jê kirin û ya xwe xistin wir. Ez dîsa çûm cem fermandarî. Min jê re got ku 2 roj piştre ava me tê birîn. Dema cara dawî çûm, min jê re got; ‘Ma tu nikarî gotina xwe bi cerdevanan bidî kirin?’ Ji min re got; ‘Dê ji vir û şûnde êdî neçin.’ Lê heman pirsgirêk dîsa berdewam kirin. Em êdî ji vegotina wê bêzar bûn.”     ‘EZ 4 CARAN ÇÛM QEYMEQAMTIYÊ’   Karabacak, wiha domand: “Cendirmeyan qaşo ji bo cerdevan nekevin nav zeviyê têl li ber zeviyê raçandin. Min ji fermandar re got; ‘Heke tu têlê li wir raçinî wê demê divê ez bikarim bikevim nav zeviya xwe û rê bide min.’ Xwest ez ji bo vê mijarê nivîsê ji qeymeqamtiyê bigirim. Ez 4 caran çûm qeymeqamtiyê lê min nekarî xwe bigihînim wî. Ma peywira wî çi ye? Guhdarîkirina gel e. Kesek bi me re eleqedar nebû. Dibe ku tu naskiriyên min nebe lê ma ez ê nekarim derdê xwe vebêjim?”    KOMÊN TENDURISTIYÊ NEKARÎN BIKEVIN BAXÇEYÊ    Karabacak da zanîn ku di 22’yê hezîranê de xalê wî li nav zeviyê aloz bûye û piştre wefat kiriye. Karabacak, axaftina xwe wiha qedand: “Xebatkarên tenduristiyê yên hatin wê derê bi meşê jî nekarin biçin cem xalê min. Li ser bûyerê min 2 caran peyama; ‘Bila were vê rezîliyê bibîne, em nikarin cenazeyê derxînin.’ ji fermandarê qereqolê re şand. Lê fermandar nehat. Ez nikarim bi meşê jî bikevin nava zeviya xwe ya tapokirî. Nikarim bikevim nav zeviya xwe û çandiniyê bikim. Ma ez ê bi helîkopterê bikevim nav zeviya xwe? Dixwazim ev mexdûriyeta min tavilê ji holê bê rakirin.”