Talankirina daran a li Gabarê didome 2024-08-01 12:39:38   ŞIRNEX - Birîna daran a li Çiyayê Gabarê hatiye destpêkirin bênavber didome. Darên bi sedan salan emrê wan heye tên birîn û dibin noqteyên cuda.    Li herêmên Besta, Gabar, Cûdî, Cilênimêja û Komatê yên Şirnexê birîndara daran ku ev demekî dirêje hatiye desptêkirin bênavber didome. Li herêma behsa xeberê ji milekî ve dar tên birin û ji hêla din ve jî bi teqandina dînamîtan qadên daristanan bi temamî ji holê tên rakirin. Herêma Gabarê ku herêmeke berfireh a daristanan di nav xwe de dihewîne, bi birîna daran û teqandina dînamîtan vediguhere çolê.    Di dîmenên herî dawî hatine kişandin de tê dîtin ku darên temenê wan bi sedan sal e tên birin û bi kamyonan dibin noqteyên cuda.