Bi hinceta ‘Te çima emojî danî ser wêneyê Erdogan’ doz hat vekirin 2024-07-09 10:57:02   RIHA - Bi hinceta ku emojiya serkeftinê li ser wêneyê Ataturk, ala tirkan û Tayyîp Erdogan tê de bar kiriye, derheqê ciwanê bi navê S.K. de doz hate vekirin.    Ciwanê bi navê S.K. piştî hilbijartinên 31’ê Adarê de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê li avahiya şaredariyê wêne kişand. Bi hinceta ku emojiya serkeftinê daniye ser wêneyê ku Ataturk, ala tirkan û serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan tê de heye, derheqê S.K. de doz hate vekirin.    S.K. wêne di 22’yê nîsanê de li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal parve kir û do roj di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Serêkaniyê de hate binçavkirin. S.K. bi îdiaya “elametên serdestiyê yên dewletê biçûk xistiye û tune hesibandiye” hate tawanbarkirin û piştî îfadeya li emniyetê hate berdan.    ÎDIANAME JI RÛPELEKÎ PÊK TÊ   Dozgerî îdianameya xwe ya ji rûpelekî pêk tê şand û Dadgeha Cezayên Giştî ya Serêkaniyê jî qebûl kir. Di îdianameyê de ji bo wêneyê behsa xeberê îdiaya “elametên serdestiyê yên dewletê biçûk xistiye û tune hesibandiye” tê kirin. Her wiha ji bo nîşaneya serkeftinê jî îfadeya “Êdî wateyeke siyasî ya vê emojiyê heye û li seranserî welat ev rewş tê zanîn” hate bikaranîn.    Danişîna ewil a dozê dê di 17’ê îlonê de li Dadgeha Cezayên Giştî ya Serêkaniyê were lidarxistin.