22 meh in li ber xwe didin: Ne korona wê JES me bikuje 2020-05-18 10:29:53 AYDIN – Jinên gundê Kizilcakoya Aydinê diyar kirin ku 22 meh in li dijî JES’ê li ber xwe didin û gotin dê ne korona wê JES wan bikuje.   Li gundê Kizilcakoyê ya Aydinê tê xwestin Santrala Enerjiyê ya Jeotermal (JES) çê bikin. Wezareta Hawirdorê û Bajarvaniyê destûra çêkirina JES’ê da. Li dijî çêkirina JES’ê jinên 22 meh in li dijî çêkirinê têdikoşin. Jinan da zanîn ku di pêvajoya koronayê de destûr dayîna çêkirina JES’ê firsendek e û gotin dê têkoşîna xwe bidomînin.   KORONA DEĞİL JES ÖLDÜRÜR   Ayşe Gun a 60 salî anî ziman ku nêzî du sal in ew li dijî çêkirina JES’ê li ber xwe didin û got: “Eger em ji vê koronayê rizgar bibin jî lê wê ev jeotermal me bikuje. Ji bo xweşikiya gundê me û nifşên nû em têdikoşin. Heke ev proje çê bibe wê talanî pêk were. Berxwedana me ya li dijî JES’ê rewa ye û mafdar e. Em ê berxwedana xwe bidomînin. Em dixwazin jiyana me û zarokên me di nava av û hewayek paqij de be. Ev proje ji bo hewa û avê talûkeyek mezin e. Hem ava me hem jî axa me jehrî dike. Nexweşîna penceşêrê zêde dike. Ji bo vê yekê em ji JES’ê re dibêjin na.”   ‘KORONA JIXWE RE KIRINE FIRSEND’   Emîne Karaz a ji Kizilcakoyê ku teqewît bûye jî da zanîn ku çalakiya konan ku wan daye destpêkirin tevî hemû astengiyan jî didome û wiha got: “Şirket û rayedaran vê pêvajoya koronayê ji xwe re veguherandine firsendê. Bi taybetî pejirandina rapora ÇED’ê ya di vê pêvajoya koronayê de firsedetî ye. Têkoşîna Kizilcakoyê ya li dijî jeotermale li cihek girîng e. Hikumet ne piştevanê xelkê ye, li pey sermayê û pereyan e. Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”   'EM Ê BIKEVIN PÊŞIYA DOZERAN’   Hatîce Barlas a 64 salî jî anî ziman ku ew rapora pejirandina ÇED’ê nas nakin û got: “JES zirarê dide giyan û axa me. Loma em li dijî JES’ê derdikevin. Wextê em têdikoşin polîsan li min da û min rakirin nexweşxaneyê. Tevî metirsiya koronayê jî wê têkoşîna me bidome. Tevî erêkirina çêkirina projeye jî em jinên gund dê bikevin pêşiya dozeran û nehêlin li gundê me JES were çêkirin.”   MA / Esra Solîn Dal