Komeleya Ekolojî ya Mêrdînê bertek nîşanî çêkirina RES’ê da 2020-05-17 13:32:50   MÊRDÎN - Komeleya Ekolojî ya Mêrdînê, bertek nîşanî erêkirina projeya RES a bandorê li Keleha Rabat û Şelaleya GAP’ê bike da û got: “Projeyên RES’ê xizmeta sermayê dike û zirarê dide xwezaya me, hemû zindiyên dijîn û dîroka me.”   Komeleya Ekolojî ya Mêrdînê, bertek nîşanî erêkirina projeya Santralên Enerjî yên Bayê (RES) ên ku li qadên dîrokî, herêmên dibin parastinê de û li ser rêyên koça çivîkan li cihên cuda yên Tirkiyeyê tên avakirin, tê xistin ku li qadek berfireh a dikeve sînorê navçeyên Dêrik, Şemrex û Qoser ên Mêrdînê bê avakirin da. Komeleyê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got: “RES’ên weke ‘dostê derdorê’ kategorî dikin û li ser navê qezenc û pêşketinê di demên dawî de li Çiyayên Qazê hatin avakirin, dixwazin îro li Mêrdînê ava bikin. Ev projeyên RES’ê xizmeta sermayê dikin û zirarê dide xwezaya me, hemû zindiyên dijîn û dîroka me. Ji ber vê divê em li dijî avakirina wan derkevin.”