'Xweşikbûna me ji xweşikbûna bajarê me ye' 2020-05-10 16:56:38   QAMIŞLO - Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi dirûşma "Xweşikbûna me ji xweşikbûna bajarê me ye" dest bi hemleya çandina daran kir.    Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Meclisa Giştî ya Ciwanên PYD`ê bi hevkariya Şaredariya Gel a Qamişloyê bi dirûşmeya "Xweşikbûna me ji xweşikbûna bajarê me ye" li bajarên herêma Cizîrê dest bi hemleya çandina daran kirin. Endamên Meclisa Giştî ya PYD`ê, endamên Meclisa Giştî ya Ciwanên PYD`ê, rêveberên herêmî yên PYD`ê û rêxistina jinan a PYD`ê de tev li hemleyê bûn. Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Abdulkerîm Sarûxan diyar kir ku hemleya wan bi hevkariya şaredariyên gel dest pê kir û destnîşan kir ku hemleya wan dê heta demsala çandina daran dewam bike.