39 rêxistinên derdor û ekolojiyê: Bi lez şîrketa zêr bigirin 2020-05-10 16:24:19   BALIKESÎR – Li Balikesîrê 39 rêxistinên derdor û ekolojiyê, ji ber Şaredarê AKP'î yê Balikesîrê Yucel Yilmaz, Madena Zêr a TUMAD'ê ziyaret kir bertekên xwe anîn ziman û xwest bi lez şîrketa zêr bigirin.     39 rêxistinên derdorê û ekolojiyê, ji ber şaredarê Balikesîrê Yucel Yilmaz şîrketa Madenê ya Zêr a TUMAD'ê ziyaret kir, bi daxuyaniyek hevpar bertekên xwe anîn ziman. Nûnerên rêxistinan anîn ziman ku Yilmaz bi gotina “Me madenvaniya TUMAD'ê ku piştgiriya aborî dide herêmê û welatê me û hezar û 200 karker le dixebitin ziyaret kir. Meder barê xebatê wê de agahî girtin", rapora erênî daye şîrketê. Rêxistinên parazvanên xwezayê anîn ziman ku ti aliyê vê ziyaretê û ve gotina şaredar a bê parastin tune ye û tu aliyê maddenê yê fêde tune ye. Nûneran diyar kirin ku şîrketên madenê bi her awayî zerarê didin.    Nûneran da zanîn ku piştî ev şîrketa madenê têkeve meriyetê dê 54 milyon metrekup bermahiyên bi jahrînî li derdorê belav bike û dê hewa, av, bahr, çavkaniyên xwezayî û çandiniya herêma Denîzlî tevî tune bike. Parazvanen xwezayê xwestin bi lez ev şîrketa madena zêr Madrayê terk bike û şîrketê bigire.