Li Heskîfê jiyana kosiyên Firatê jî di xetereyê de ye 2020-05-09 09:04:16   ÊLIH - Kosiyên Firatê ku di Çemê Dîcle û Firatê de dijîn, piştî çend salan li Heskîfê jî hatin dîtin.    Kosiyê Firatê ku nesla wê li ber tunebûnê ye û di çemê Dîcle û Firatê de tê dîtin, piştî salan li Heskîfê jî hat dîtin. Kosiyê Firatê ji malbata Trionychidae ye. Di avên şîrînde dijî û zivistanan jî ji bo germa laşê xwe biparêze xwe dixe bin heriyê. Biharê jî dertê ser avê û li qeraxan bi saetan li ber tavê enerjiyê depo dike.    Mirovên zanyar dibêjin ji ber mirovan li avên şîrîn qada jiyanê ya van kosiyan jî hatiye tengkirin û bi bendavan qadên wan ên jiyanê jî di talûkeyê de ne. Li Heskîfê jî kosiyên ku qadên wan ê jiyanê di bin avê de mane, bi taybetî jî ji bo germa laşê xwe cihekî ku lê xwe bidin ber tavê nemaye.    Her wiha ev kosî nikarin di avên kûr de bijîn û nikarin nêçîrê bikin û xwe xwedî bikin. Piştî bendavê aqûbeta wan jî bûye cihê meraqê.    MA / Metîn Yoksû