Ocaxên komirê çemê Hêzil û Xabûrê jehrî dikin 2020-04-28 09:16:39 ŞIRNEX - Ava qirêjî ya ji ocaxên komirê yên li quntarên Çiyayê Cûdiyê tê berdan, hema bêje çemê Hêzil û Xebûrê jehrî dike. Welatiyan anî ziman ku berê ava van çeman vedixwarin lê belê niha nikarin pê erdên xwe jî av bidin.  Li bajaroka Bêspîn a navçeya Silopiya ya Şirnexê, ocaxên komirê yên li quntarên Çiyayê Cûdiyê zirarê didin çemê Hêzil û Xebûrê. Ava qirêjî ya ocaxên komirê tê berdan û ber bi van çeman ve diherike.    Ava van ocaxan di meha Nîsanê de tev li her du çeman jî bûye û ev ava qirêj ji gundê Girêgewrê heya gundê Kûrava yanî bi qasî 25 kîlometreyan çem qirêjî kiriye. Ev qirêjî hem tesîrê li şêniyên gundan hem jî li candarên xwezayê dike. Ji ber vê qirêjî êdî welatî nikarin erd û bîstanên xwe jî bi ava van çeman av bidin. Her wiha heywanên bajaroka Tilqebînê jî êdî nikarin sûdê ji vê avê bigirin.    NIKARIN PÊ ERDÊN XWE JÎ AV BIDINTARLA BİLE SULANAMIYOR   Welatiyê bi navê Ahmet Temyer, anî ziman ku ava ku berê karibûn vexwin niha nikarin pê erdên xwe jî av bidin û got: "Heya 5 sal berê jî gundê Bedro, Kûrava û bajaroka Bêspînî ku nêzî van çeman e ava van eman vedixwarin. Heywanên xwe pê av didan. Ji bo avdaniya erdan jî bi kar dianîn. Lê ocaxên komirê fermana vê avê rakir. Niha em nikarin bi vê avê destnimêja xwe jî bigirin. Bi hezaran heywanî ji vê avê vedixwar. berê mirov ji Mêrdînê û navçeyên derdorê ji bo geştê dihatin qeraxa van çeman. Lê niha kes nayê."   Teymer, diyar kir ku bi van ocaxan re zirareke mezin gihaştiye avê û xwezayê û got: "Candarên li xwezayê û di nav avêd e hemû hatin qetilkirin. Berê di van avan de masî hebûn. Ew jî hatinq etilkirin. Êdî kes nikare vê avê bi kar bîne."    Teymer, xwest demildest tevdîr bên girtin.    MA / Mujdat Can