Teyrê Masîxwar ê Hîndî li Geverê hat dîtin 2020-04-25 11:43:31 WAN - Teyrê Masîxwar ê Hîndî ku neslê wî li ber tunebûnê ye, li Geverê hat dîtin. Teyrê Masîxwar ê Hîndî ku neslê wî li ber tunebûnê ye, li herêma Oremarê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê hat dîtin. Dîtina Teyrê Masîxwar ê Hîndî bi wênekişandina wênekêşê xwezayê Vedat Atli ku li Wanê dijî, derket holê.   Wênekêşê xwezayê Vedat Atli, têkildarî çîroka kişandina wêneyê Teyrê Masîxwar ê Hîndî ev tişt got: “Ez qet neçûbûm herêma Oremarê. Li ser pêşniyara hevalekî xwe çûm herêmê. Dema geşta me qediya û em vegeriyan, min nav daran kontrol dikir û ji bo kişandina wêneyan çavê xwe li teyran digerand. Di van kêliyan de di nav dareke gûzê de çavê min bi tiştekî qet tevger nake ket. Bi wesayîtê nêzî darê bûm û bi wênekêşê li tiştê ku tevger nedikir nêrî û dît ku teyr e. Ji bo ku ez wî nebînnim xwe gelek xweş veşartibû. Ez şaş mam. Bi çend aliyan ve min wî kişand û vegeriyam.”