Bendava Ilisûyê bihuşta herêmê veguherand dojehê 2020-04-22 10:07:31 ÊLIH – Bendava Ilisûyê ya li ser Çemê Dîcleyê hat çêkirin kujeriya xwe didomîne. Bendav dibe sedema lawir bimirin û hin ji wan jî bi zorê canê xwe rizgar dikin. Şêniyên gundan diyar kirin ku av ji meşa kûsiyan zêdetir bilind dibe. Ava Bendava Ilisûyê ya li ser Çemê Dîcleyê ku li sêgoşeya Êlih, Sêrt û Mêrdînê hat çêkirin talaniya li pey xwe jî tîne. Ji ber ava çeman rabûye û ava Bendavê jî zêde dibe. Ava bendavê ber bi Çemê Dîcleyê, Çemê Botanê û Çemê Xerzanê (Çemê Bişêriyê) ve pengar dide û bi sedan cih û warên xelkên herêmê di bin de dimîne. Kota avê ya bilind 527 ye. Maye 12 metre ku av bigihîje kota xwe. Li gorî daxuuyaniyên fermî hatine dayîn, mîktara avê ya ji gewdê bendavê 114 metreyî derbas kiriye û mîktara avê jî ji 7,6 milyar metrekûp bihûriye. Heta niha derbarê niştewarên di bin avê de mane tu daxuyaniyek nehatiye dayîn û hema bêje heta niha nêzî 200 niştewar di bin avê de man. Bi hezaran donim erdê çandiniyê, bax, baxçe û erazî di bin avê de man. Her wiha bi hezaran lawir ji ber avê cihên wan wêran bû û mirin.   LAWIR DIREVIN   Bendav bû sedemê talana xwezayê, erdnîgariyê û dîrokê. Bi hezaran cih û warên lawiran niha tune bûne. Bi taybetî piştî zivistanê bi hatina biharê re ava çeman rabû û bendav bi yek carê pengar dda. Şêniyên herêmê diyar kirin ku gelek berazên biyanî û lawirên din di avê de fetisîne û gelek cûreyên lawiran ango sewalan jî cih û warên xwe terk kirine.   BIHÛŞT BÛ DOJEH   Her sal di mehên biharê de li van niştewarên niha di bin bendavê de mane, ji gul, kulîlk û giyayên reng û reng erdnîgariyê dixemeliandin û ev dever vediguherîn bihûştê. Lê belê îsal ji ber bi hezaran donim erd û bi sedan dever di bin avê de man, xemla xwezaya her sal û ev bihûşt jî di bin avê de ma.   ŞÊNIYÊN GUND DU KÛSIYAN RIZGAR KIRIN   Yek ji van gundên di bandora bendavê de maye Bêdiyê ye. Ji ber cihê gund bilind de di bin avê de nemaye lê bes derdora gund hemû di bin avê de maye. Şêniyên gund diyar kirin ku xweza û warê wan di din avê de maye û hatiye talankirin. Gund bûye stargeha lawiran jî. Li gund di kêliyên me li kêleka bendavê dîmen û wêne dikişand, şêniyên gund du kûsiyên li ber firînekê bûn ku bikevin avê rizgar kirin. Şêniyên gund diyar kirin ku rewşa lawiran her tiştî dide nîşandan. Şêniyan da zanîn ku her ava bendavê pengar dide lawir ji avê direvin û ji xwe re li hêlînan digerin û gotin: “Lê ava bendavê ji meşa kûsiyên bêtir bi lez bûye û her deverî di bin xwe de dihêle.”   MA / Metîn Yoksû