Prof. Dr. Ustun: Şewba coronayê ji bo mirovahiyê hişyariyek e 2020-04-15 09:08:12   STENBOL - Endama Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Prof. Dr. Beyza Ustun, anî ziman ku Covîd-19 ji ber kapîtalîzm çêbûye û ev yek ji bo mirovan hemûyan hişyariyek e. Ustun, got: "Ji bo mirov karibin bijîn pergalên kapîtalîst divê bên sekinandin."    Endama Komîsyona Ekolojiyê Prof. Dr. Beyza Ustun, pêvajoya şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) nirxand. Ustun, destnîşan kir ku şewba navbirî ji ber pergala kapîtalîst derketiye holê. Ustun, bal kişand ser mekanîzmayên endustriyî yên kapîtalîzmê qewî dikin û got, ev yek bi xwe re dibe sedema gelek pirsgirêkan. Ustun, destnîşan kir ku xeleka dawî ya van pirsgirêkan jî şewba vîrûsa coronayê ye û ji bo şewbê got: "Nerihetiyeke kronîk ku kapîtalîzmê ew afirandiye."    HIŞYARIYEK JI BO MIROVAHIYÊ    Ustun, destnîşan kir ku şewba ku gefê li jiyana mirovan dixwe hişyariyek e û got: "Tenê ne mirovên ku hewl didin ekosîstemê birûxînin, ev talûke ji bo her kesî ye. Musebibê vê yekê pergala kapîtalîst e. Helbet di vir de divê mekanîzmayên netew-dewletê qewî dikin jî neyên jibîrkirin. Ew, ji bo vê pergalê qewî bikin hemû derfetên xwe berpêşî wê dikin. Ji bo mirov karibin bijîn divê ev pergal bên sekinandin."    VEGERA HEYWANÊN KÛVÎ   Prof. Dr. Ustun, anî ziman ku piştî fealiyetên mirovan kêm bûne heywanên kûvî yên qadên wan hatine dagirkirin vedigerin û got: "Li gelek deverên cîhanê heywanên kûvî tên bajaran. Du sedemên vê yekê hene. Yek; sekinandin jiyanê, ya ji ber şewbê û bêdengî ye. Dudo; beriya avahî bên çêkirin ev qadên wan ên jiyanê bûn. Yanî ber bi deverên bêdeng ve diçin."      Her wiha Ustun bal kişand ser rewşa xwecihan jî ku cardin ber bi qadên xw eve çûne û got: "Li wan deran têra xwe oksîjen, xurek, ava neqirêj heye. Li wir kapîtalîzm tuneye ku enfeksiyonê bigirin. Berevajî ji bo muqawemeta xwe xurtir bikin li ber wan pêvajoyeke xwezayî heye. Ji bo jiyanê têra xwe unîteyên xurek û xweyîkirinê hene. Loma xwe li vê nêvenga xwezayî û ewle digirin."    Ustun, destnîşan kir ku bi şewbê re xwezayê jî dest bxwenûkirinê kiriye, lê belê lez û beza pergala kapîtalîzmê ya qirêjkirina xwezayê ji lez û beza xwezayê ya ji bo xwenûkirinê zêdetir e. Ustun, got: "Gava ev lez û ebza qirêjiyê ji holê bê rakirin wê şaneşek emzin têkeve destê xwezayê. Ji ber ku wê ew qirêjiyên bi lez û bez belav dibin pir çênebin wê pergala xwezayê bi xwe ve bê. Wê bi kêmbûna vê qirêjiyê re, xweza, ekolojî xwe nû bike. Her ku qirêj kêm bibe wê berên candaran û berên tên bikaraanîn baştir bibin."