Bertek nîşanî biryara çêkirina fabrîkeya plastîkan dan 2020-04-10 09:01:02 MÊRSÎN – Li ser biryarnameya Serokkomariyê wê li taxa Karadûvar a Mêrsînê fabrîkeya plastîk were avakirin. SerokA MERÇED’ê Sebahat Aslan bertek nîşanî biryarê da û got: “Vîrusê ji xwe re veguherandin fersendê û biryar dane.”  Bi îmzeya Serokkomar Tayyîp Erdogan di 28’ê adarê de qanûnek di Rojnameya Fermî de hat weşandin û biryar hat dayîn ku “Herêma Endustriya Taybet a Şirketa Anonîm a Çandinî, Pîşesazî û Bazirganiyê ya TOROS a Mêrsînê” were ragihandin. Ji bo vê ragihandinê biryar hat dayîn. Bi biryara hat dayîn re wê li taxa Karadûvar a navçeya Akdenîza Mêrsînê fabrîkeya plastîk were çêkirin. Şêniyên taxê bertek nîşanî vê biryarê didin û didin diyarkirin ku wê ev fabrîke zirarê bide tenduristî û derdora wan.    ‘BIRYAR NE QANÛNÎ YE’    Seroka Komeleya Derdorê û Xwezayê ya Mêrsînê (MERÇED) Sebahat Aslan bertek nîşanî biryara ku taxa Karadûvarê wek Herêma Endustriya Taybet hatiye ragihandin da û got: “Beşek herêmê ji bor ê, beşek ji bo pîşesaziy3e û beşek jî serbest hatiye plankirin. Ji bo çêkirina fabrîkeyê biryar nîne. Bi vê biryarê re dixwazin projeyê bê îmar bixin meriyete. Ragihandina herêma endustriyê ku bi lezgînê pêk hat ne qanûnî ye. Bi vê biryarê xêra xelkê nayê xwestin û plana bajêr nehatiye fikirîn. Beriya her tiştî tenduristiya gel qet nefikirîne. Vîrusê ji xwe re veguherandin fersendê û biryar dane. Bi şewbê re dixwazin rantê bi dest bixin. Ji bilî vê tu wateyek din nîne. Em ê ji bo betalkirina biryarê doz vekin. Wê Baroya Mêrsînê û Şaredariya Bajarê Mezin jî daxilî dozê bibin. Em ê pêvajoyê bişopînin.”      ‘ÎRADEYA GEL TUNE HAT HESIBANDIN’    Berdevkê Platforma Derdorê ya Karadûvarê Yûsûf Ûygûr jî bertek nîşanî biryarê da û got: “Bi vê biryarê îradeya gel tune hatiye hesibandin. Îradeya gel hatiye desteserkirin. Bila biryara xwe paşve bikişînin.”    MA / Ergîn Çaglar