‘Em amade ne li Geliyê Loçê can bidin' 2017-12-17 16:21:15 STENBOL - Platforma Parastina Geliyê Locê, li dijî avakirina HES'an li pêş Peykerê Kartal a Beşiktaşê çalakî pêk anî. Endamên Platformê gotin "Hûn dikarin li Cîde destûrê bidin HES'ê, lê em destûr nadin ku hûn li Geliyê Loçê HES'ê çêkin. Em amade ne ji bo Geliyê Loçê can bidin."   Platforma Parastina Geliyê Locê, li dijî avakirina HES'an a li Geliyê Loçê ya Navçeya Cîde ya Kastamonu, li pêş Peykerê Kartal a Beşiktaşê çalakiyê pêk anîn. Çalakgeran Kastamonu yên ji 7 sali heta 70 salî çarikên zer li serê xwe girê dan û  çalakî pêk anin. Di çalakiyê de Wekîla Serokên HDP'ê Filiz Kerestecioglu jî  amade bû. Di çalakiyêde pankarta “Çarika Zer di isyanê de ye, ji îsyanê re berdewam" vekirin û dirûşmeyên “Cide dê HES biçe dê aramî be" û “Çarika zer di isyanê de ye" berz kirin. Li qadê li ber def û zirneyan koçekên herêma Kastamonu hatin listin.    ‘EM AMADE NE CANÊ XWE BIDIN'   Endamê Platforma Geliyê Loçê Erdinç Ay, anî ziman ku di encama têkşîna li dijî Projeya HES'ê ya Cide de proje paşve hatiye kişandin û wiha got: "Li gel biryara dadgehê fîrmaya Enerjiya Orya dîsa ketine nava tevgerê û hewl didin projeyek nû ava bikin. Biryara “Dadgeha Îdarî ya Kastamonu û Serokatiya 14'emin Daireya Şêwira Dewletê heman biryar dane. Ger ku biryarIen Dadgeha Îdarî ya Kastamonu û Dadgeha Şewira Dewletê li vi welati nekevin meriyetê û ger ku proje dîsa berdewam bikin wê demê çima biryar didin. Ma me ji niha û şunde ji Wezareta Bajarvanî u Derdorê re bêjin ‘Padayê me tu pir bijî?' " Ay, bang li rayedarên dewletê kirin û diyar kirin ku ew destûrê nade ku li Geliyê Loçê HES bê avakirin û wiha got: Em dê ji bo Loçê canê xwe bidin, lê em destûr nadin HES bên avakirin."