Warên dîrokî yên Hatayê di bin gefa RES’an de ne 2017-11-29 09:26:46 HATAY - Keşîşxaneya St. Sîmon û Ziyaretgeha Al Arabî ku  yek ji navendên baweriya Elewiyên Erebane, di bin gefa RES’ên li 5 taxên Hatayê tên çêkirin de ne.     Keşîşxaneya St. Sîmon ku li ser girekê 479 metre bilind a sînorên bajaroka Aknehîr a Hatayê hatiye avakirin, dibin gefa Santralên Enerjiya Hewayê (RES) deye. Dildarên hawirparêz ên li dijî zêdebûna RES’an têdikoşin, ji bo projeya “Zêdebûna Kapasîteya Santrala Enerjiyê ya Gola Hewayê ya Ziyaretê” ku di 30’ê Kanûna 2016’an de hat plankirin û Nirxandina Bandorê ya  Derdorî (ÇED) erênî dît, serî li  Dadgeha Îdarî ya Hatayê dabûn û biryar îtîraz kiribûn.  Ligel salek di ser îtîrazê re derbas bû, heyata hatî erkdar kirin di 17’ê Mijdarê de nû herêm keşif kir.     Endamê Komeleya Piştevanî û Çanda Akdenîzê Mevlud Oruç ku li dijî RES’ên li hemerê tên çêkirin têdikoşin, diyar kir ku RES li taxên Aknehîr, Yeşîlyazi, Degirmenbaşi, Uzunbag û Yeşilkoya ku bi giştî li pênç taxan tên çêkirin.         'MIROV JI DENGAN RANAKEVIN'   Oruç, anî ziman ku ji ber RES’an tim dengê mîna dengên  balafiran bilind dibin û wiha axivî: “Di rojên ba heyî de ev deng zêdetir dibin. wê rojê hewa bi kîşan taxê ve here, ew tax wê rojê ji ber deng ranaze. Qadekê ku ewqas mirov lê bijîn RES avakirin û kapasîteya wan zêdekirin, qadên jiyana mirovan û xwezayê wêran dike.”   'KOMKUJIYA ÇÛKAN TÊ KIRIN '   Oruç, da zanîn ku ceyran hewayê ya bi rêya RESAn çêdibe, zirarê dide mêşan û wiha got: “Ev ceyran pêşiya toza kulîlkên bi hewayê re belav dibin, digire û nahêle nebat bi tozê bikevin. Herêma me di warê nebatên xwe cihî de dewlemende. Ev nebat bi tunebûnê re rû bi rû ne. RES’ên ku niha hatine avakirin û yên bên avakirin, dibe sedem ku çûk koç bikin. Çûk bi awayekê girîng ji vê yekê bandor dibin. RES komjujiya çukan dike.”       'MÎNA XENÇEREKÊ LÊ KETIYE'   Oruç, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Keşîşxaneya St. Sîmon û Ziyaretgeha Al Arabî ku yek ji navendên baweriya Elewiyên Erebane, bi bandor dibe. Şîrketa RES’ê, dinava Keşîşxaneya St. Sîmon ku 1’emîn Asta Qada Sît û Ketiye Bin Parastina Teqez, bi balyozan, kompresor û kepçeyan kortik vekirine, dîwarên wê xera kirine, li ser ban û  butik avakirine. Piştî RES ket herêmê û şûnde, Keşîşxaneya St. Sîmon ku xwedî mîrasek dîrokî û çandeke ku xwe dispêre hezar û 500 sal berê, kavil kirin. Ev turbîn mîna xençerê li Keşîşxaneya St. Sîmon û turîzma welat ketin.”     'BILA XEBAT BÊ RAWESTANDIN '   Oruç, destnîşan kir ku ew li benda aşkere kirina rapora heyeta lêkolîna kesên tên zanîn û wiha bi dawî kir: “Em li bendê ne ku rapor bi awayekê herî baş bê amadekirin. Em dixwazin faliyetên RES’ê yên li herêmê bên rawestandin û projeya wê bê îptal kirin.”     MA / Hamdullah Kesen