Ji bo ava paqij û bê pere ‘Civakên Hêşîn’ 2017-11-15 09:29:21 ÎZMÎR – Birêvebirên Kampanyaya Mafê Avê bi projeya “Civakên Hêşîn” ji bo ava paqij û bê pere têdikoşin.  Birêvebirên Kampanyayay Mafê Avê bi salane ji bo ava paqij û bê pere û ji bo avê nekirin amûra bazirganiyê niha jî di bin navê “Civakên hêşîn” de xebatê bi rê ve dibin.  “Civakên Hêşîn” di salên 2000’an de ji aliyê Sendîkaya Xebatkarên Cemaweriya Kanada û Konseya Welatiyên Kanada li dijî sektora ambalaja avê xistin meriyetê. “Cîvakên Hêşîn” ji bo av neyê kesîdekirin û li dijî ava bi ambalaj radiweste.    ‘DÊ AV JI NÛ VE BÊ ÎSTÎMLAQKIRIN’    Ji Birêvebirên Projeya Tirkiyeyê Nuray Yuce got ku armanca wan ew e ku ew li çareseriya li dijî qirîza avê ya li cîhanê, li ser bingehek mirovane û ekolojîk pêk tînin. Yuce diyar kir ku ew li dijî bazirganiya avê ne û li dijî kesîdekirina avê jî disekinin. Yuce da zanîn ku di cewhera Civakên Hêşîn de av bingeha mafê mirova ye û nayê ambalajkirin. Yuce got ku pêwîst e bi destê cemaweriyê bi awayekî wekhev bidin gel. Yuce dest nîşan kir ku bi Civakên Hêşîn re av ji nû ve tê îstîmlaqkirin û dema proje li Tirkiyeyê bikeve meriyete dê gel dikaribe ava tenduristiyane û bê pere peyda bike.   AVA WEKHEV Û BÊ PERE    Yuce anî ziman ku bi şaredariyan re dest bi hevdîtinan kirine û ew xwendekarên zanîngehê û pêkhateyên cuda beşdarî projeye dikin. Yuce diyar kir ku dema destek ji bo Civakên Hêşîn bê dayîn dê bandorek mezin li ser civakê bê kirin û bi projeye re mafê avê yê wekhev û bê pere pêk bê.    Têkoşîna “Civakên Hêşîn” li bajarên welatên Ewropayê dest pê dike û li gelek deveran jî bo ava paqij, bê pere, wekhev û dijî bazirganiya avê hewldan xwe didin der.