Li herêmê rewşa dawî ya daristanan! 2018-09-26 09:10:33 AMED – Li herêmê şopên şewatên ji ber operasyonên leşkerî ên li qadên daristanî çêbûn, her çend di ser re sal derbas bûbin hîn jî dixuyên.  Li gelek deverên herêmê, ji sala 2015'an ve operasyonên leşkerî çêdibin. Ji ber van oeprasyonan gelek deverên daristanî hatin şewitandin û qadên gelek mezin bûn xwelî. Li Dersim, Amed, Şirnex, Mêrdîn, Êlih, ewlig, Bedlîs, Colemêrg û Sêrtê gelek daristan hatin şewitandin. Li hin deveran şewat bi roj û hefteyan domand, li hin deveran jî mehekê domand. Ev şewatên ku dewletê nehişt mudaxileyî wan bê kirin an xwe bi xwe tefiyan an jî bi baranê tefiyan. Bi van şewatan re hêşînahiya li herêmê veguherî rengekî din. Ev dever bia wayekî aşkere dixuyên.