‘Şewata daristanên li herêmê kiryar ne diyar tê hiştin’ 2018-08-06 15:59:31   AMED – Endamê Desteya Rêveberiya Komeleya Ekolojiyê Nîmet Sezgîn diyar kir ku şewata daristanên li herêmê kiryar ne diyar tên pênasekirin û got: “Şewata daristanên li herêmê bi awayek xwezayî naşewitin. Bi destê mirovan tên şewitandin. Carna jî bi destê ewlehiyê tê şewitandin.”    Platforma Ekolojiyê û pêkhateyên xwe têkildarî wêrankirina xwezayê û şewata daristanan li Terasa Bajêr a li ber bircên Amedê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Rêveberên, KCD, HDP, DBP, ESP, CHP, aktîvîstên TJA’yê, nûner û rêveberên TMMOB, KESK, Komeleya Ekolojiyê, Komeleya Pîr Sultan Abdal, Komeleya 78’an, Dayikên Aştiyê, Pltaforma Jinan a Dîcle Amed, Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosun û Selçuk Mizrakli tev li daxuyaniyê bûn.    Li ser navê komê Endamê Desteya Rêveberiya Komeleya Ekolojiyê Nîmet Sezgîn daxuyanî da û bi bîr xist ku li Tirkiyeyê di salên dawî de şewata daristanan dibe sedema mal û windayahiya canê mirovan. Sezgîn rapora Miduriyeta Giştî ya Daristanan bi bîr xist û daneyên rapora miduriyetê wiha parve kir: “Li gorî rapora Miduriyeta Giştî ya Daristanan amade kiriye di sala 2017’an de 2 hezar û 411 şewata daristanan derketiye. 11 hezar û 993 hektar ji ber şewatan xisar dîtiye. Da raporê de hejmara şewata kiryar ne diyar hezar û 280’ê ne û ji ber vê jî 4 hezar û 136 hektar şewitiye bûye xwelî.”    ‘DARISTANÊN LI HERÊMÊ BI KIRYAR NE DIYARÎ TÊN ŞEWITANDIN’    Sezgîn destnîşan kir ku şewata daristanan a li herêmê kiryar nediyar tê pênasekirin û wiha dewam kir: “Şewata li herêma me di kategoriya şewata kiryar ne diyar de tê nirxandin. Şewata daristanên li herêmê bi awayek xwezayî naşewitin. Bi destê mirovan tên şewitandin. Carna jî bi destê ewlehiyê tê şewitandin.”    ‘EM Ê XWEDÎ DERKEVIN’    Sezgîn anî ziman ku li herêmê ji ber xemsariya rayedaran daristan tên şewitandin û got: “Peywîrdariya ji bo daristanan tê piştguhkirin. Peywîra xwe nebaş bikar tînin. Em ê destûr nedin şewata daristanan û em ê xwedî li daristanên xwe derkevin.”