Bi ‘Projeya Islahê’ Çemê Dicleyê tê texrîpkirin 2018-07-27 15:57:05 AMED – Komeleya Ekolojiyê û Desteya Koordînasyona Bajar a TMMOB’ê ya Amedê diyar kir ku Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) di bin navê ‘Projeya Islahê’ de dest bi texrîbkirina Çemê Dicleyê kiriye û li hemberî vê yekê pêvajoya huqûqî da destpêkirin.  Komeleya Ekolojiyê û Desteya Koordînasyona Bajar a TMMOB’ê ya Amedê li ser Pira Farqînê têkildarî texrîbkirina Çemê Dicleyê daxuyeniyek dan çapemeniyê. Aktîvîstên ekolojiyê, endam û nûnerên jûreyên pêkhateyên Desteya Koordînasyona Bajar a TMMOB’ê beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta li ser nivîsa “Em xwedî li bajar û xwaza xwe ya derkevin” nivîsandî vekirin. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Şaxa Odeya Endezyarên Madenê ya Amedê Dogan Hatûn ve hat dayîn.   HEVSELÊ JÎ DIGIRE NAV XWE     Hatûn diyar kir ku ji ber polîtîkayên şaş ên saziyên têkildar xwezahiya çem têk çûye, bireh û nebatên derdora çem kêm bûye û wiha got: “DSÎ’yê di bin navê ‘Projeya Islahê’ de dest bi texrîbkirina Çemê Dicleyê kiriye. Xebatan ji Pira Farqînê heta Pira Zanîngehê dest pê kiriye. Qada ku xebat lê hatiye destpêkirin Baxçeyên Hewselê jî digire nav xwe. Li van qada kes nikare hema bi serê xwe dest xebatan bike. Li gel vê yekê jî xebat li van qadan tên kirin û paşê jê re qelaf tê dîtin.”   DIVÊ STATUYA ÇEM BÊ DAYÎN   Hatûn bi bîr xist ku ji Bendava Dîcleyê heta têketina Bismil Çemê Dicleyê ji statuya çem hatiye xistin û wiha pê de çû: “Çima statuya çem ji Bendava Dîcleyê heta têketina Bismil li çem hatiye girtin. Ev yek texrînkirina çem hêsantir dike.  Divê bê zanîn ku heta 50 metre nêzî çem xebat nikarin bên kirin. Heke ji bo çem tiştek bê kirin divê teqez navbera navborî careke din statuya çem jê re bê dayîn.” Hatûn herî dawî got ku li dijî texrîbata çem pêvajoya huqûqî dane destpêkirin û dê heta dawiyê têbikoşin.