'Ji bo ji îmarê re vekin şewatê derdixîn in’ 2018-07-24 09:09:21   STENBOL - Endama Meclîsa Ekolojiyê ya HDK’ê Fatoş Osmanagaoglu, diyar kir ku şewata daristanan bi qestî pêk tên û got: “Şewat tenê ne daristanan, bandorê li hemû ekosîstemê dike. Ev texrîbat rê li ber hişkayî û lehiyê vedike.”    Wek her salê, îsal jî di mehên havînê de li daristanan şewat derdikeve û ji ber xemsariyê dibe sedema texrîbata ekolojiyê. Şewat li gellek herêman derdikeve. Niha jî li gellek herêman şewat didomin. Bi giranî şewat li herêmên Ege û Derya Spî derdikevin. Li bajarên herêmê jî ji ber operasyonên leşkerî şewat derdikeve.  Endama Meclîsa Ekolojiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Fatoş Osmanagaoglu bal kişand ser şewatên li daristanan û encamên neyînî yên şewatê.    ‘BI QESTÎ DIŞEWITÎNIN’    Osmanagaoglu diyar kir ku şewatên li daristanan ên li Tirkiyeyê bi piranî bi qestî pêk tê û got: “Piştî şewatê li daristanê li şûna şitlan deynin, lê bi piranî ji îmarê re vedikin. Em jî viya wek bi qestî fêm dikin. Di 10 rojên dawî li Îzmîr, Hatay, Antalya, Aksu, Bodrum, Cudî û gelek deverên din şewat derket. Şewata li van herêman her tim dubare dibe.”    HERÊMÊN DIŞEWITIN JI ÎMARÊ RE VEDIKIN    Osmanagaoglu bal kişand ser cihê santrala termîk a nukler a Akkuyu ya Mêrsînê beriya tesîs bê avakirin û wiha dewam kir: “Mixabin piştî salekê li şûna qada şewatê lojmanên santrala nukler hatin çêkirin. Muhtemela wir jî ji bo santralê tahsis kirin e heye. Mixabin li welatê me şewata bi qestî gellek pêk tên û didomin. Lê encama van şewatan bandora neyînî li ser hemû ekosîstemê, zindiyên li wir dijîn û jiyana mirovan dike.”    ‘LEŞKER CUDÎ Û GABARÊ DIŞEWITÎNIN’    Osmanagaoglu destnîşan kir ku şewata li Çiyayên Cudî û Gabarê yên li Şirnexê ji ber operasyonên leşkerî derdikeve û wiha got: “Bombebarana leşkerî dike zirarek mezin dide xwezayê. Mixabin hemû ekosîstema welêt zirarê dibîne û em ber bi nokteyek nayê selihandin ve diçin. Mînak îro li Stenbolê germahî 41 pile ye. Dema sal derbas dibin em dêna xwe didinê, ev germahî hemû ji ber dar ango daristan tune ne bandora xwe dike. Daristan an tên şewitandin an jî tên birîn û li şûnê betonê tije dikin.”    Osmanagaoglu ne tefandina şewata daristanan bi xemsariya saziyên dewletê ve girê da û got heke ev rewşa şewata daristanan dewam bike dê di salên pêş de encamên xeternak derkevin holê.    MA / Muhammet Dogru