Ji bo mezaxtinek adil û xwezayî hatin gel hev 2018-07-24 09:05:44   ANTALYA - Li Antalyayê komeke ku ji bo mezaxtinek adil û xwezayî hatin gel hev Civata Xwirek a Antalyayê avakirin. Civat piştgirî dide hilberînerên biçûk û ew ji bo hilberîneriya xwirek a adil û xwezayî teşwîq dike.   Li Antalyayê komek mirov ku di komên cuda yên pîşeyî de cih digirin, hatin gel û ji bo xwe bigihînên xwirekên lebatî û xwezayî û hilberîna wan zêde bikin, Cıvata Xwirek a Antalyayê avakirin. Welatiyê bi navê Erol Malçok ku di nav civatê de cih digire diyar kir ku detpêkê lekolînan li ser xwirekan kirine û pişt re biryar dane ku civateke wiha ava bikin.    Malkoç da zanîn ku Antalya li Tirkiyeyê di warê seravaniyê de bajarê yekemîn e û wiha got: “Ji ber dermanên ku li serayan tên bikaranîn, di xwirekên serayan de jehr çibûne. Em bi akademîsyenên ku li ser rêjeya jehrê lêkolînan dikin re têkiliyê de ne.” Malçok da bi lêv kir ku ji kesên ku dixwazin xwe bigihînin xwirekên xwezayî re navbeynkariyê dikin û ev tişt anî ziman: “Di çandiniya konvansiyonel (Sentetik - kimyasal) de ji bo zêde randiman bê bidestbixin, dermanên bi jehr ku ji wan pestisit jî tê gotin di serayan de tên bikaranîn. Ev jehr hemû dikeve nav axê û em jî bi vî awayî jehrê dixwin.”   ‘EM DIXWAZIN BEŞDARÎ PÊVAJOYA HILBERANDINÊ BIBIN’   Malçok diyar kir ku civata wan ji kesên dildar ku xwireka adil ji xwe re kirine dert pêk tê û wiha pê de çû: “Wek mezaxt em aktorên hilberîneke kurewî û pergala mezaxtê ne. Ji ber vê yekê em xwe ne wek mezaxt wek hilberînerê Cıvata Xwirek a Antalyayê penase dikin. Em naxwazin bibin bireserê cıvata mezaxtê ku tenê ji dikanê xwirek dikire, em dixwazin beşdarî pêvajoya xwirekê jî bibin û têkiliya xwe bi axê re deynin.”   EM PIR IN   Malçok herî dawî qala armanca cıvata wan kir û wiha dawî axaftina xwe anî: “Civata Xwirek a Antalyayê li hemberî hirsa bêsînor a mezaxtinê ya li ser xweza, mirov û sewalan ku dibe sedema wêrankirin û kedxwarinê hatiye avakirin. Bi vê zanebûnê em armanc dikin ku pêwistiya mirovan a bingehîn xwirekan ji kedxwarin, wêrankirin û zexta li ser xweza, mirov û sewalan dûr bi dest bixin.  Wek civat em di navbera kesên ku dixwazin xwe bigihînên xwirekên xwezayî û hilberînerê wan de pir in.”