Şewata li Çiyayê Gabarê hate vemirandin 2024-09-02 12:11:20   ŞIRNEX - Şewata sê roj berê li Çiyayê Gabarê derketibû hate vemirandin.    Sê roj berê li girên Guneş û Ziyaretê yên Çiyayê Gabarê ya Şirnexê ku birîna daran û talana ekolojîk lê didome, şewat derketibû. Şewat, piştî sê rojan hate vemirandin. Ji ber şewatê bi sedan darên li herêmê şewitîn.    Qirkirina daran a bi destê cerdevanan a li herêma behsa xeberê didome.