Li bajarên herêma Egeyê şewat berdewam dike 2024-08-17 13:50:58 ÎZMÎR - Şewatên daristanan ên li Îzmîr, Aydin û Manîsayê derketine, dewam dikin. Di şewatê de xesarek mezin gihîşt gundan.  Li bajarên Îzmîr, Aydin û Manîsayê yên bi ser herêma Egeyê ve şewatên li qadên daristanan derketin berdewam dikin. Li aliyekî şewat didome û belav dibe li aliyekî jî mudaxile li agir tê kirin. Hat gotin ku li gelek deveran şewat gihîştiye gundan û gelek gund ji ber metirsiya şewatê hatine valakirin.    Hat ragihandin ku li van bajaran bi hezaran hektar qad şewitî ye.