Şaredariya Cizîrê li şûna xefikên mirinê ji çûkan re hêlîn çêkirin 2024-08-15 14:18:15   ŞIRNEX - Şaredariya Cizîrê xefika çûkan ku di dema qeyûm de li pêşiya avahiya şeredariyê hatibû danîn, rakir û ji bo çûk bi rihetî lê bicih bibin helîn çêkirin.    Şaredariya Cizîrê ku di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) bi dest xistibû, xefika çûkan ku di dema qeyûm de ji bo çûk bi cih nebin hatibû danîn û bû sedema mirina gelek çûkan rakir û li şûna wê ji bo çûk bi rihetî bi cih bibin helînan li ser dîwarê şeredariyê bi cih kirin.    Hevşaredarên Cizîrê Guler Yerbasan û Abdurrahim Dûrmûş ên ku xefikên çûkan bi destê xwe rakirine û helînên çûkan li şûna wan bi cih kirine anîn ziman ku ji bo ew texrîbatên qeyûmên li Cizîrê ji holê rakin, xebatên xwe didomînin û gotin: “Dema me kar kir em bûn şahid ku gelek çûk ji ber van xefikan mirin. Zîhniyeta qeyûm bi dijminatiya mirov û xwezayê, qadên ku ajal lê hêlin ji holê rakirine. Ji ber vê yekê me biryar da ku em van xefikan rakin û li şûna wan helînan bi cih bikin. Îro jî me ew biryara xwe xist meriyetê.”