Pasûrî li Hasandînê li ber xwe didin 2024-08-11 10:16:46   AMED - Şêniyên herêmê yên li dijî projeya madenê ya tê xwestin li nvaçeya Pasûê bê çêkirin li ber xwe didin, gotin ku ew ê rê nedin projeyên ku qadên wan ên jiyanê tune dikin.    Bertekên li dijî projeya madenê ya tê xwestin li Zozana Hasandîn ya Pasûr a Amedê bê çêkirin didomin. Şêniyên herêmê duh li zozanê mîtîngek li dar xistin û careke din bertekên xwe nîşan dan. Welatiyên beşdarî mîtîngêb ûn peyama ku wê rê nedin madenê dan.    'DIXWAZIN JIYANA ME JEHRÎ BIKIN'   Ji welatiyên ku beşdarî mîtîngê bûn Sera Yuceyê diyar kir ku ew ê destûrê nedin kesên ku dixwazin zirarê bidin wan. Yuceyê fîrmaya ku dixwaze projeya kanzayê pêk bîne şiband "marê jehrî" û got: "Kesek dixwaze çavkaniya jiyana hemû gundiyan jehrî bike. Zêrê wî wê erdê min û çavkaniya jiyana hemû ajalan jehrî bike. Maden wê zirareke mezin bide me. Wê ava me ziwa bike. Wê sewalên me bikujin, wê çavkaniya jiyana me jî ji holê rabe. Ev maden wê hemû navçe û gundên derdorê jehrî bike.”   'EM DEST JÊ BERNADIN'   Îlham Kaya anî ziman ku projeya madenê dê zirarê bide wan. Kaya diyar kir ku ew mêşvan e û got ku leşkeran li deştê heqaret li wî kirine. Kaya got: "Zirar dan kewarên min û heqaret li min kirin. Gotin 'tu çima hatî vir, wê li vir maden çêbibe'. Tiştekî me namîne. Wek mêşvan em di rewşeke nebaş de ne. Ger ev madeyên kîmyewî hebin ne mirov û ne jî tiştekî din namîne. Wan hewl da ku em ji tirsa paş de gav bavêjin. Lê em paşde gav navêjin. Em madenê naxwazin."    Nedîm Emre destnîşan kir ku deşta 7 gund û mezrayên girêdayî wê çavkaniya debarê ye. Emre got: "Eger li vir karê madenê dest pê bike, ev tê wateya ku 7 gund wê nemînin. Maden zirarê dide mêşvaniyê, avê û her tiştî. Li vê deştê bi hezaran sewal hene. Em madenê naxwazin, em destûrê nadin wan mirovan. Em ê têkoşîneke mezin bidin."   Aydin Altûn ê ku li zozanê şivantiyê dike got: "Ger zozana me biçe em ê jî biçin."    Sevgî Îlgenê jî got: "Em ê nehêlin dest bidin zozanên me. Axa mirov, namûsa mirov e. Em ji bo namûsa xwe şer dikin, ew jî ji bo pereyan."    MA / Rûkiye Adiguzel