Eren ê DEM Partiyî: Em ê destûrê nedin ku li Hasandînê li madenê bigerin 2024-07-29 09:07:59   AMED - Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren ê bertek nîşanî lêgerîna madenê ya li Zozanên Hasandîn ên Pasûrê da, wiha got: “Em ê destûrê nedin ku şîrketek were vê derê.”   Li Zozanên Hasandîn ên li navçeya Pasûr a Amedê ji bo tespîta rezervên krom û hesin xebatên sondajê didomin. Berteka şêniyên li herêmê ya li dijî vê yekê jî berdewam dikin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Serhat Eren, anî ziman ku bingehê polîtîk ê qirkirina ekolojîk a li Kurdistanê heye û wiha got: “Ji bo rantê şîrketên li Tirkiyeyê madenvanî tê kirin, li Kurdistanê weke polîtîkayên şerê taybet, qirkirina xwezayê tê kirin û xebatên madenvaniyê tên meşandin. Santralên Hîdroelektrîkê (HES), qereqol, kalekol tên avakirin. Ev yek bi tenê nikare bi rantê were vegotin. Ev xebatên ku armanc dikin ku erdnîgariyeke bê kurd, bê mirov û bê war ava bikin e.”   Eren, destnîşan kir ku çavkaniya bingehîn a gelê ku li Kurdistanê dijî sewalkarî, mêşvanî û çandinî ye û destnîşan kir ku bi maden, HES û JES’an tê xwestin ku gelê li herêmê ji erdnîgariya xwe veqete.    ‘MADENVANÎ DÊ BIBE SEDEMA KOÇÊ’    Eren, da zanîn ku li quntara Zozanên Hasandînê bi dehan gund û mezra hene û anî ziman ku cihekî ku welatî havînî sewalên xwe tînin lê bi cih dibin û karê mêşvaniyê dikin e. Eren, bi lêv kir ku zozan di heman demê de ji ber barîna berfa zêde ya lê dibare weke depoya avê ya herêmê ye û ev tişt got: “Ji ber vê yekê xebatên madenvaniyê yên li vir dê çavkaniyên avê yên gundan bi temamî jehrî bike û xwegihandina avê ya hemû gund û mezrayan asteng bike. Ev madenvanî dê xebatên sewalkarî, çandinî û mêşvaniyê bi temamî biqedîne. Madenvaniyeke li vir were kirin dê bê wateya ku gund û mezrayên li quntara Hasandînê koç bikin.”   ‘EM TALANÊ JI ÇEMÊ PASÛR DIZANIN’    Eren, diyar kir ku Hasandîn pişên Pasûrê ne û wiha domand: “Ev der depoya oksîjenê ye. Erdnîgariya ku dike Pasûr hewayê paqij bigire ye. Em li Pasûrê talanê ji Çemê Pasûr dizanin. Berê bi hezaran mirov dihatin ber Çemê Pasûr li şînkahiyê bêhn distand. Bi dehan cure masî hebûn lê niha masiyek nîne. Mirovek nîne. Çemê ku ji bo mirov bêhnê bistînin pêwîst bû pêşkeşî rantê hate kirin. Lê hemû qadên jiyanê yên li dora wî çemî ji holê hatin rakirin. Ji ber wê yekê gelê Pasûr gelek baş dizane ku hemû êrişên li dijî xwezaya wan dê encamên çawa derxîne holê.”   ‘EM Ê DEST JI VAN QADAN BERNEDIN’    Eren, da zanîn ku destûrê nadin madena ku tê xwestin li Hasandînê bê vekirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bang li gelê kurd û gelên Tirkiyeyê dikin. Em dixwazin li dijî qirkirina xwezayê ya li Kurdistanê herkes li cihê ku lê ye têbikoşe. Em ê xwedî li xweza, zozan, paşêroj, mêş û bîranînên xwe derkevin. Em ê destûrê nedin ku tu şîrket bên vê derê. Em ê bi gelê xwe re li dijî vê derkevin û dest ji van qadan bernedin.”   MA / Mujdat Can