Di navbera Kercews û Mîdyadê şewat derket 2024-06-26 16:42:52   MÊRDÎN - Şewata li çoltera navçeya Kercewsê derketibû, gihişt navçeya Mîdyadê.    Şewata li qadeke daristanî ya li navçeya Kercewsê ya Êlihê derket, gihişt gundê Epşê yê girêdayî navçeya Mîdyad a Mêrdînê. Tîmên agirkujiyê yên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê sewqî herêma şewatê hatin kirin. Hate zanîn ku şewat hêj didome.