Li Binarê Qendîlê piştî bombebaranê şewat derket 2024-06-18 21:45:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî bombebarana Tirkiyeyê li daristana herêma Binarê Qendîlê şewat derket.   Balefirên şer ên Tirkiyeyê nêzî Çiyayê Derbî yê girêdayî navçeya Wertê û Daristana Berê Qepan ya nêzî gundê Endzeya Sengeserê bombebaran kirin. Piştî bombebaranê li daristana Berê Qepanê şewat derket. Hat destnîşankirin ku şewat hêj jî berdewam dike.