Li Şirnexê birîna daran didome 2022-09-12 11:43:49   ŞIRNEX -  Bi tonan darên ku li gundê Navyan ê Şirnexê kişandine kêleka rê, asta talankirina daristanên li bajêr radixe ber çavan.    Li Şirnexê birîna daran a cerdevanan a bi hinceta “ewlehiyê” berdewam dike. Li Çiyayê Cûdî, li herêma Besta û gundê Navyan ê li ser rêya Sêrtê her roj bi sedan dar tên birîn. Darên li çoltera gundê Navyanê tên birîn, bi traktoran vediguhêzin kêleka rê. Dîmenên darên ku li bajarên weke Riha û Dîlokê tên firotin ên nû hatin kişandin, asta talankirina daristanan raxist ber çavan. Di dîmenan de ji bilî wesayîtên aydê cerdevanan, li kêleka rê bi tonan darên hatine birîn tên dîtin.