'Meşa Cûdî serhildana li dijî şer û talanê ye' 2022-09-11 09:04:10   AMED - Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya DBP'ê Farûk Tatlî ji bo meşa Cûdiyê ku dê li dijî qirkirina daran bê lidarxistin bang kir û got, ev meş li dijî şer û talanê serhildanek e.    Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dê di 17'ê Îlonê de bi dirûşmeya "Em li dijî hilweşandina şer û talankirina xwezayê dimeşin" ber bi Çiyayê Cûdiyê ve meşekê li dar bixin.   Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya DBP'ê Faruk Tatli girîngiya meşê nirxand û got, dixwazin balê bikşînin ser şer û qirkirina xwezayê.    ‘LI DIJÎ TALANÊ Û ŞER'   Tatli diyar kir ku ev meş ??tenê ne li dijî wêrankirina bajarên kurdan e, li dijî modernîteya kapîtalîst, şer û talana sermayeyê yên ji aliyê tifaqa AKP-MHP’ê ve tê birêvebirin û got: "Bi taybetî li Kurdistanê, li Cûdiyê li ber çavên me rojê bi sedan, bi hezaran TIR dar tên qirkirin û van daran dibin rojavayê. Lewma ev meş gelekî girîng e. Em ê li dijî qirkirina xwezayê, li dijî talanê û li dijî şer meşekê li dar bixin. Qirkirina xwezayê di heman demê polîtîkaya şerê taybet e. Ev meşa me li dijî talan û rantê serîhildanek e."   ‘PLANA ÇOKŞIKANDIN'   Tatli bilêv kir ku qirkirina darên li Çiyayê Cûdiyê zirarê dide Îzmîr, Samsûn û Trabzonê jî û got, ew bi paradîgmaya ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê ji li dijî hemû talankirina xwezayê ne. Tatli destnîşan kir ku ji ber ku li Tirkiyeyê pergaleke faşîst heye bertek tenê vediguherin bertekên herêmî û got: "Em bi ekolojîstan re rûnên û biaxivin, gelo ma pênaseyeke din a vê bêdengiyê heye? Ev pirsgirêk têkildarî dijminatiya li hemberî kurdan, xurtkirina desthilata xwe, ranta ji bos ermayeya xwe û konsepta şerê taybet e." Tatli bal kişand ser "Plana Çokşikandinê" ku di sala 2014'an de di civîna MGK'ê de biryara wê hatibû dayîn û got: "Dixwazin vê projeyê pêk bînin. Em ê li dijî vê projeyê û vê talanê rabin. Em ê vê yekê di 17'ê Îlonê de bi awayekî xurt li Cûdiyê eşkere bikin."    'TÊKOŞÎNA EKOLOJÎK'   Tatli bilêv kir ku divê hemû rêxistinên ekolojîk ên Tirkiye û Kurdistanê li dijî wêrankirina xwezayê bitêkoşin. Tatli destnîşan kir ku ji bo domandina jiyanê divê pêşî li ber texrîbkirina ekolojiyê bê girtin û got: "Ji bo vê jî têkoşîna yekbûyî bivê nevê ye. CHP'ya ekolojiyê, HDP'ya ekolojiyê tune. Em hîn jî behsa bandora bombeya atomê ya, bandora Çernobîlê dikin, lewma divê em li dijî van şeran rabin. Li Kurdistanê 40 sal in şer heye. Di vî 40 salî de belkî bi mîlyonan dar hatine birîn. Tê gotin ku di şerê li Başûr de madeyên kîmyewî tên bikaranîn. Bandora van madeyên kîmyewî tenê ji bo îro derbasdar nîn e. Kî çi zane belkî di pêşerojê de bibe cihê texrîbatan. Lewma divê em vê têkoşînê bi awayekî topyekûn bikin."   BANGAWAZÎ   Tatli anî ziman ku çendî pêşengên meşê KCD, TJA, DBP, HDP û MEH bin jî, lê divê her kes tevlî meşê bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev meş serîhildana li dijî şer û talankirin ekolojiyê ye. Ji ber vê yekê ez bang li hemû saziyên dost, pêkhateyên dost, ekolojîstan, kesên li dijî şer, kesên demokrat û kesên dibêjin em mirov in û kesên ji Kurdistanê û Tirkiyeyê hez dikin dikim; di 17’ê Îlonê de li Cûdiyê divê em şer û qirkirin ekolojîk rawestînin."    MA / Mujdat Can-Mehmet Şah Orûç