Li Şirnexê dîmenên nû yên talankirina daran: Darek jî nehatiye hiştin 2022-07-23 14:11:42   ŞIRNEX - Li Herêma Bestayê dîmenên nû yên birîna daran ku bi destê cerdevanan di çavdêriya leşkeran de pêk tê, derketin holê. Di dîmenan de bê ka talankirina çawa tê kirin xuya dike.    Li Çiyayê Cûdî û Gabarê û li Herêma Bestayê yên Şirnexê du sal in bi destê cerdevanan di çavdêriya leşkeran de dar tên birîn. Li Bestayê bi deh hezaran dar ji aliyê cerdevanan ve hatin birîn û talankirin.    Di dîmenên nû yên gihîştin ber destan de, li deverên Mila Kêrî, Kaniya Qeymeqam, qeraxên ava Rûsorê û Pişta Reşa yên bi ser navenda Şirnexê ve tê dîtin ku bi deh hezaran dar hatine birîn û li TIR’an hatine barkirin.      LI QADÊ DAR NEMANE    Di dîmenan de tê xuyakirin ku qada daristanê bêdar maye û bi hezaran ton dar li erdê hatine raxistin. Darên ku hatine birîn li TIR’an hatine barkirin û ev yek pîvana talankirinê bê ka çawa ye dide nîşandan.    Darên tên birîn dibin li bajarên cuda difiroşin û balkêşe ku hin kes jî daran difiroşin.    MIDÛR SERDANA WALÎ KIR    Balkêşe ku di demek wiha dar tên talankirin de Midûrê Daristanê yê Herêma Rihayê Mehmet Zekî Bayici duh serdana Waliyê Şirnexê kiriye.