Li Îzmîrê şewata daristanê 2022-07-22 13:45:41   ÎZMÎR - Li daristana Taxa Seferîhîsar Beylerê agir derket.   Li daristana Taxa Seferîhîsar Beyler a Îzmîrê ji ber sedemekî nediyar agir derket. Piştî ku welatiyên li derdorê agahî dan, 6 helîkopter, 2 balefirên agirkujiyê, 12 arazoz ên girêdayî Gerînendeya Daristanan a Herêmê ya Îzmîrê ji bo ku şewata daristanê vemirînin dest bi mudaxaleyê kirin.    Dîsa serê sibehê agir li qada gihayên ziwa yên li navçeya Bûcayê ketibû û di demekî kin de hatibû vemirandin.