Li 3 bajaran şewat: Mudaxile kême 2021-09-02 15:42:39 NAVENDA NÛÇEYAN - Şewatên li Dersim û Colemêrgê derketin, belav dibin. Li Mîlasê jî, agir bi daristanê ket.   Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrg û navçeya Pîlemurê ya Dersimê, şewatên derketin dewam dikin. Mudaxileya ekîban a şewatan kêm dimîne.    DERSIM   Şewata ku li gomên Çiko, Sungurcuk û gundên Balpayam a girêdayî navçeya Pilemûrê ya Dersimê rû dan, belav dibe. Berî du rojan şewata ku derketibû, welatiyên li herêmê dijîn vemirandibûn. Ekîbên Miduriyeta Karên Daristanê, diyar kir ku dest bi vemirandina şewatê kirine. Lê şewata ku belav bûye, hîna jî dewam dike.   COLEMÊRG   Şewata ku duh li çoltera gomên Begirdî, Zorgeçît û gundê Nehrî yên girêdayî navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê rû da, ji ber bayê her ku diçe belav dibe. Ekîbên, di saetên serê sibê de, hatin herêma şewatê, ji bo vemirandinê kêm dimînin. Makîneyên kar ên şaredariyê û girêdayî şantiyen taybet ên navçeyê sewqî herêmê hatin kirin. Her ku diçe şewat belav dibe.    MÛGLA   Li gundê Kiyikişlacik a navçeya Mîlas a Muglayê jî, agir bi daristanê ket. Ji bo vemirandina şewatê, 2 helîkopter, gelek makîneyên kar û avreşok sewqî herêmê hatin kirin.     Ji bejahî û hewa ve mudaxileya şewatê dewam dike.