Şewata li Xozatê gehişt gundên Pulurê 2021-08-28 14:29:45 DERSIM - Şewata ku di encama operasyonê de, li daristana navçeya Xozatê rû da û destûr nayê dayîn ku kes mudaxile bike, belavî gundên navçeya Pulurê bû. Gundiyan, diyar kirin ku divê ji hewa de mudaxileyî şewatê bê kirin. Şewata ku di encama operasyona eskerî ya 17’ê Tebaxê de, li daristan goma Koçerî, gundên Kûrûkaymak û Danzî yên girêdayî navçeya Xozat a Dersimê rû da, belavî gundên Ûzûnçeşme, Degirmendere, Derekoy û gomên Çamurek û Hinzorî yên girêdayî gundê Karper a navçeya Pulurê bû.    QAD BÛ XELÎ   Li gorî agahiyên ji welatiyên herêmê hatin girtin, Balafira Hewayî ya Bêmirov a Biçek (SÎHA) 3 caran herêm bombebaran kir û di 17’ê Tebaxê de jî, helîkopteran herêm gulebaran kirin. Welatiyan, dan zanîn ku ji ber vê agir bi daristanê ket û 12 rojin dewam dike. Welatiyên ku bertek nîşan dan, wiha got: “Bi rojane şewat belav dibe. Bi tu awayî mudaxileyî şewatê nakin. Kesên ku dixwazin mudaxile bikin jî, rastî astengî û qedexeyên eskeran tên. Qadên daristan bûn xelî. Ev şewat bi rojane dewam dike. Tevahiya herêmê di nava dûkêlê de ma ye.”      DIVÊ JI HEWADA MUDAXILE BÊ KIRIN   Welatiyekê, li gundê Karper ê girêdayî navçeya Ovacikê dijî jî, wiha got: “Di sala 1994’an de gundê me hat xirabkirin. Ev du salin em hatine. Me cardin mala xwe ava kir. Ger mudaxileyî şewatê neyê kirin, wê ji sibe de bigihêje gundê me. Wê gundên me cardin bi şewitin. Gomên Çamurek û Hinzorî yên di salên 1994’an de hatin valekirin, cardin şewitîn. Du roj berê, ji Midûriyeta Rêvebiriya Daristanê ya Xozatê bi makînayên kar ên rê çêdikin hatin, lê paşde çûn. Gotin ewê ji aliyê Xozatê ve rê vekin. Îro cardin hatin, lê dîsa rê venekirin. Me dixapînin. Divê bi lezgînî, ji hewade mudaxileyî şewatê bikin. Ev yek şert e.”