'Polîtîkaya bêmirovbûnê bi talankirina xwezayê tê domandin' 2021-08-24 09:00:28 MEREŞ - Li Tirkiyeyê yek ji bajarên hewaya herî qirêj jî Mereş e. Sedema vê jî santralên termîkê yên bi komirê dixebitin. Şêniyên bajêr, diyar dikin polîtîkaya "bêmirovbûnê" ku bi komkujiya Mereşê dest pê kiriye, niha bi talankirina xwezayê tê domandin.  Li gor rapora Hewaya Qirêj û Bandora Wê ya Li Tenduristiyê ya 2020'an li Tirkiyeyê ji 6 bajarên hewaya wan herî qirêj yek jê Mereş e û yên din jî Îdir, Duzce, Manîsa, Bûrsa û Afyon e. Sedema vê jî santralên termîkê, santralên hîdroelektrîkê, kanên keviran û fabrîkeyên çîmentoyê ne.   Şêniyên bajêr, destnîşan kirin polîtîkaya "bêmirovbûnê" ku di 19-26'ê Kanûna 1979'an bi Komkujiya Mereşê des pê kir, niha bi santralan û kanên kevir û madenan didome.    Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Ahmet Yildiz, destnîşan kir ku ev polîtîka ji qirkirina fîzîkî pir talûketir e.    ARMANC GUHERANDINA DEMOGRAFIYÊ YE    Yildiz, anî ziman ku nifûsa mereşiyên li derî Mereşê dizîn nêzî milyonekê ye. Yildiz, bibîr xist ku bi Komkujiya Mereşê û piştî derbeya 12'ê Îlonê gelek kes koç kirine. Yildiz, diyar kir ku bi vî awayî hatiye xwestin demografiya herêmê bê guherdanin û li şûna kesên koç kirine jî, çend sal berê li Taxa Terolarê nêzî 30 hezar Sûriyeyî hatine bicihkirin.    SEWALVANÎ Û ÇANDINÎ NEMA    Yildiz, da zanîn ku gelê herêmê berê çandinî û sewalvanî dikir û bi sedhezaran malbat bi vî awayî debara xwe dikir, lê belê niha ji ber santralên termîkê kîmyasaleke ripîreş xwe li ser genim digire û sewalvanî jî hema bibêje nemaye.    Yildiz, destnîşan kir ku şêniyên bajêr debara xwe bi xizmên xwe yên li Ewropayê dikin û got: "Esnafên Elbîstan, Bazarccix û Mereşê, bi dowîzên ji Ewropayê tên li ser pêyan e. Pîşesazî, çandinî û sewalvanî nemaye. Piraniya mirovan nîviyê wextê xwe li qexwexaneyan derbas dikin, piraniya jinan li malê wextê xwe bi temaşekirina rêzefîlman derbas dikin. Ev mirovan tiral dike, nahêle mirov li hemberî tiştên diqewimin bi hesasî tevbigerin."    Yildiz, anî ziman ku polîtîkaa bêmirovbûnê û komkujiyên xwezayê ku li hemberî erdnîgariya kurdan tên kirin, bi zanebûnî tên kirin û got: "Tişta bi Komkujiya Mereşê baş nekiribûn, niha dixwazin bi qetilkirina xwezayê temam bikin. Her kes dizane bendav, HES, santralên termîkê, kanên madenan ji bo çi tên kirin. Ev ji bo tunekirina xwezayê tên kirin. Ma li cihekî xweza bê qetilkirin, candar dikarin bijîn? Armanc, bi qetilkirina xwezayê re mirovan ji warên wan derxînin."    BANGAWAZÎ   Yildiz, bêdengiya di vî warî de rexne kir û bang li mereşiyan kir: "Di navbera çanda mirovên koç kirine û zarokên wan ên nû çêbûne de pevçûnek heye. Hin mirov hene vegeriyane û xênî çêkirine. Ji xeynî vegera li warê xwe û xwedîderketina li axa xwe tu ensekî mirovan tune ye."