Keleş: Divê têkoşîna ji bo demokrasiyê û ekolojiyê bibe yek 2021-08-15 09:01:36   ENQERE - Serokê Giştî yê TARIM-ORKAM SEN'ê Ahmet Keleş, anî ziman ku agirên bi daristanan dikevin ji ber polîtîkaya şer, îmar û xwezayê ya îqtidarê ne û destnîşan kir ku divê têkoşîna ji bo ekolojî û demokrasiyê bi hev re bê dayîn.    Li Tirkiyeyê ji 28'ê Tîrmehê heya niha li 53 bajaran 288 daristan şewitîn. Ji van şewatan 285 jê hatin kontrolkirin, lê li Koycegîz û Mîlas a Mûglayê û li Bozdogan a Aydinê hîn jî daristan dişewitin. Di van şewatan de bi hezaran heywan mirin, daristan û eraziyên çandiniyê bûn xwelî.    Serokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Çandinî û Daristanê (TARIM-ORKAM SEN) Ahmet Keleş, diyar kir ku a diqewime pirsgirêkeke pergalî ye.    HIŞKESALÎ   Keleş, diyar kir ku li herêma Rojhilata Navîn hişkesaliyek mezin heye û got: "Bi vê re meteorolojiyê jî bal kişand ser germahiyek zêde. Ev hemû, bandorê li şewatan dikin. Me tim digot şewatên daristanan ji sedî 90 bi destê mirovan çêdibin. Em baş dizanin gava mirov şûşeyekê davêjin nav daristanê, pîknîkê dikin an jî cixareyên xwe davêjin qeraxên rêyan, ev şewat rû didin. Lê hişkesalî û germahî ev yek gur kirin."    TEVDÎR NEHATIN GIRTIN    Keleş, destnîşan kir ku çendî daneyên hişkesaliyê û germahiyê li holê bûn jî, ji bo vê tevdîr nehatin girtin û got: "Hem tevdîr nehatin girtin em jî di warê mudaxilekirinê de qels man. Tenê li Mûgla û Manavgatê 60 hezar hektar daristan şewitî û nêzî 30 hezar candar mirin. Em TARIM-ORKAM SEN tim dibêjin 'her darek canek, her daristanek jiyanek e û heya ev feraset çênebe dê mudaxilekirina li şewatên daristanan ne pêkan be.'"    TEXRÎBATA MODERNÎTEYÊ MODERNİTENİN GETİRDİĞİ TAHRİBAT   Keleş, destnîşan kir ku bi polîtîkayên neolîberal re Tirkiye pêşekşî sermayeyê hatiye kirin û tim HES, RES, JES û xebatên madenê tên kirin û ev yek bandorê şewatên daristanan dike û got: "Tenê ne şewatên daristanan. Li Kastamonû û Sînopê HES teqiya û lehî rabûn. Bi kûrbûna krîza avhewayê re li Elkê û Geverê lehî rabûn. Ev hemû texrîbatên modernîteya kapîtalîst in ku qaşo ji bo jiyanê çêkirine. Lê xweza êdî berteka xw enîşanî vê rûxandinê dide."    KONSEPTA ŞER    Keleş, bal kişand ser polîtîkayên îqtidarê jî û got: "Di navbera Pîran û Xarpêtê de ji ber operasyonê li Amedê daristaneke 400 hektarî şewitî û gava kedkarên daristanê ji bo tefandinê çûn, cendirme ji wan re gotin 'ev der herêma operasyonê ye, hûn nikarin biçin.' Ev şewta ji ber konsepta xalîbûna ji mirovan û konsepta şer rûdidin. Gava em vana bi hev re binirxînin, dê bê dîtin ku ev tiştên diqewimin encamên modernîteya kapîtalîst in. Gava wisa bê fêmkirin wê çaxê em ê karibin ji bo ekolojiyê bitêkoşin."    TÊKOŞÎN    Keleş, destnîşan kir ku heya têkoşîna ji bo ekolojiyê çênebe, dê têkoşîna ji bo demokrasiyê jî çênebe û bêyî jiyana ekolojîk avakirina jiyaneke demokratîk ne pêkan e û got: "Lewma divê hemû xetên têkoşînê pêwendiyê bi têkoşîna ji bo ekolojiyê re deynin."    MA / Zemo Aggoz