ÇEVDER: Beriya ku felaketên mezintir pêk bên divê bergirî bên girtin 2021-08-09 14:09:50   WAN - Di rapora xwe ya derbarê pirsgirêkên hawirdorê yên li bajar de ÇEVDER'ê bal kişand ser bobelata lehiyê ya di rojên dawîn de pêk hat û da zanîn ku ji bo bobelatên hêj mezintir pêk neyên divê bergirî bên girtin.    Komeleya Pêşvebirin û Lêkolînê ya Parastina Berhemên Dîrokî û Hawirdorê (ÇEVDER) ya Wanê, bi tevlîbûna partî û rêxistinên sivîl derbarê pirsgirêkên hawirdorê yên bajar de raporek amade kir. ÇEVDER'ê li cafeyekê bi civîneke çapemeniyê rapora xwe aşkera kir. Serokê ÇEVDER’ê Alî Kalçik ê rapor aşkera kir û da zanînr ku ji ber germbûna kurewî di asta cidî de bobelatên lehî û hişkesaliyê pêk tên.    REWŞA WANÊ   Kalçik, destnîşan kir ku li Wan, herêm û Tirkiyeyê bûyerên cidî yên xwezayî diqewimin û wiha got: “Di serdemeke ku hişkesalî, felaketên lehiyê, şewatên daristanan pêk tên de girîngiya ekolojiyê ji aliyê herkesê ve gihişt asteke ku were hîskirin. Hişkesaliya li herêmê pêk tê gihişt asta gefxwarina li jiyanê. Dîsa girêdayî vê gelek gol, çem û bendav zuha bûn. Dîsa li Gola Wanê jî hat dîtin ku av kêm bûye.”   SANTRALÊN TERMÎK   Kalçik, destnîşan kir ku divê çavkaniyên enerjiya xwe nû dike bên bikaranîn û wiha berdewam kir: “Rojên derbasbûyî em bûn şahidê şewata Santrala Termîkê ya Kemerkoya Mîlasa Mûglayê. Bobelata derdorê ku santral bibe sedem wê ji bo cihana me bibe sedemê êşan. Ji ber vê yekê divê dest ji razemeniyên wiha bê berdan û vegerin çavkaniyên enerjiya xwe nû dike. Divê dest ji pêkanînên ku avê qirêj dikin jî bê berdan.”   GUNDÊ XAŞKAN   Kalçik, bi lêv kir ku avahiyên li ber çeman dibin sedema bobelatên mezin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xeletiyên di çêkirina benda lehiyê ya li gundê Xaşkan, ji sala 2013’an ve paqijnekirina bendê, biçûkbûna qewarên di nava gund de bûn sedemê pêkhatina vê bobelatê. Divê qenal û qewarên guncav bên çêkirin, bi awayekî periyodik lênêrîn û tamirata wan bê kirin.”   PEYMAN PARÎSÊ   Kalçik, xwest ku mirov ji guhertina avhewa ya kurewî re amade bin û ev bang kir: “Divê li gor Peymana Parîsê tevgerîn ji aliyê Meclîsê ve were pejirandin û bikeve meriyetê, dest ji sotemeniyên fosil bê berdan û divê bi lez ev bên pêkanîn. Heke nebe em ê bibin şahidê gelek bobelatên weke van.”