Ekolojîst Pfahl: Ger Tirkiye neyê sekinandin, wê pêşiya karesata xwezayî neyê girtin 2021-06-23 12:21:35 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê, ekolojîst Christoph Pfahl, ku hevdîtinê xwe yên li Kurdistana Federe didomîne, bal kişand ser karesata xwezayî ya ku di encama operasyonê de rû dide û got: “Ger Tirkiye neyê sekinandin, wê pêşiya karesata xwezayê neyê girtin.”   Hevdîtinên Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê ya ku piştî operasyona Tirkiyeyê û tevlîbûna hêzên taybet ên PDK’ê, ligel hemû astengiyan jî ji Ewropayê derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bû, dewam dikin. Înîsiyatîf ji 14 welatên Ewropayê pêk tê û di nava wê de siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, hûnermed û ekolojîst cih digirin. Ekolojîst Chrîstoph Pfahl ê di nava înîsiyatîfê de cih digire, ev nêzî du heftane li Başûrê Kurdistanê hevdîtinên xwe dewam dike. Pfahl, çavdariyên xwe yên li herêmê, fikar û gumanên xwe yên derbarê karesata xwezayê de, ji ajansa me re parve kirin.    HELWESTA PDK’Ê   Ekolojît Pfahl, diyar kir ku beriya ku ew li Balafirgeha Hewlêrê bên xwarê, wan şewatên daristanên yên di encama operasyonên Tirkiyeyê de ji hewa ve dîtine. Pfahl, da zanîn ku dema ew li Helêrê hatin xarê, asayîşê ji bo wan normal tevdigeriya û wiha axivî: “Dûre helwesta PDK’ê ya li dijî me guherî. Heta ku belavoknameya Wezareta Karên Hûndir nehat weşandin, tu astengî tunebû. Piştre, bi taybetî hatina şandeyên ji Elmanya û Fransayê hatin astengkirin. Asayişê li ber otela me barîkat danîn û destûr nedan ku em li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî daxuyanî bidin.”    ROJA NAVBEYNKARIYÊ   Pfahl, anî ziman ku wan daxuyaniya Wezareta Karên Hûndir a Herêma Kurdistana Federe ya "Ji bo kaosê derbixin hatine’ ecep dîtin û wiha dewam kir: “Ji bo ku em di navbera partiyên Kurdan de diyalogê bidin avakirin, pêşiya şer û pevçûnan bigirin hatin vê derê. Xuya bû ku KDP bûye qurbanê agahî dayînên şaş ê Tirkiyeyê. Tirkiye dibêje ew li dijî PKK’ê şer dike. Lê di rastiyê de li dijî Herêma Kurdistanê û hemû gelê wê dest bi şer kiriye. Di heman demê de êrişî Wargeha Penaberan a Mexmûrê û cihên cuda dike. Ligel vê jî PDK baweriya xwe bi gotinên Tirkiyeyê tîne. Ev ji bo me pir xemgîne. Em li vê derê dixwazin bi PDK’ê re diyalogeke rast bikin. Me xwest em navbeynkariya di navbera partiyên Kurd de bikin û pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin. Lê daxuyanî û helwesta PDK didin xuyakirin ku ew pir ne eleqedar in ku pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin.”    BERJEWENDIYA TIRKIYEYÊ YA BI ELMANYAYÊ RE   Ekolojîst Pfahl, dest nîşan kir ku PDK bi awayekê çav girtî bi her tiştê Tirkiye bawer dike û wiha pê de çû: “KDP, hem bi zanistên îstîxbaratî yên Tirkiye û hem Ewropayê, nemaze bi Elmanyayê re di nava diyalogê de ye. Tirkiye û Elmanya ji mayîna me ya vê derê qet ne keyfxweşin. Di pevçûneke navbera Kurdan de berjewendiyên her du welatan jî hene. Em dixwazin vê asteng bikin.”   TIRKIYE PROVOKA DIKE   Ekolojist Pfahl, diyar kir ku PDK tê lîstika Tirkiyeyê û wiha çavdariyên xwe yên li herêmê vegotin: “Me dît ku Tirkiye êrişî gundan dike, herêmê dagir dike, êrişî gelê sîvîl dike, daristanên mezin dişewitîne û baregehên xwe yên eskerî li herêmê ava dike. Ev hemû nîşan didin ku Tirkiye ne li dijî PKK’ê, li dijî tevahiya Kurdistanê şer dike. Tirkiye ji bo provokasyona şerê di navbera Kurdan de, çi ji destê wê tê dike. Me hevdîtin bi KCK û HPG’ê hevdîtin kirin. Ew amade ne ku li ser maseyê rûnin û bi hemî aliyên siyasî re danûstandinan bikin da ku pêşî li vê pevçûnê bigirin. Dixwazin yekitiya neteweya Kurd ava bikin. Li dijî êrişên Tirkiyeyê pêdivî bi vê yekê heye. Em jî ji bo vê li vê derêne. Ji bo avakirina aştiyê, pêwîstî bi yekitiya neteweya Kurd heye. Ez hêvî dikim ku PDK jî helwesta xwe ya niha biguherîne.”    KARESATA XWEZAYÊ   Ekolojîst Chrîstoph Pfahl, şewata daristanan bi bîr xist û wiha bi dawî kir: “Ji ber bomberdûmana Tirkiyeyê daristan dişewitin. Wêrankirina xwezaya Kurdistanê, yek ji taktîkên şerê Tirkiyeyê ye. Me ev li Rojava dît, birîna avê ya Tirkiyeyê dît. Bi germbûna global re, êdî tî û birçîbûnek pir mezin heye. Heman tiştî li Iraq û Kurdistana Federe jî dike. Divê ev êriş bi dawî bibin. Li vê derê çekên kîmyewî bi kar tîne û axê jehrî dike. Em encamê vê yekê dibînin. Li vir mirov xwarina xwe ji vê axê digirin. Ger Tirkiye neyê sekinandin, wê pêşiya karesata xwezayê neyê girtin.”   MA / Gozde Çagri Ozkose - Mujdat Can