Li dijî çêkirina JES'ê nobetê digirin 2018-02-04 09:19:28 ÎZMÎR -Li navçeya Karabaglarê hat xwestin ku çalên Santrala Enerjiya Jeotermalê (JES) bên vekirin, lê şêniyên taxê li hemberî vê doz vekirin. Rayedarên şîrketê bêyî ku li benda encamdana dozê bisekinin, makîneyên kar şandin taxê. Welatiyên ku makîne ji taxê derxistin, li hemberî JES'ê nobetê digirin.  Şîrketa Anonîm a Îthalat, Îxracat û Pîşesaziyê ya Petrol, Termal, Înşeat, Turîzm, Maden û Enerjiyê ya Ademê hewl dide li Taxa Ûzûndere ya navçeya Karabaglar a Îzmîrê ji bo Santrala Enerjiya Jeotermalê (JES) çalê bikole. Walîtiya Îzmîrê di Tîrmeha 2016'an de ji bo projeyê rapora "ÇED erênî ye" da. Şêniyên taxê jî bertek nîşanî vê helwesta walîtiyê dan û li hemberî vê doz vekirin. Ji bo proje raweste doz hat vekirin û doz li Dadgeha Îdare ya 1'emîn a Îzmîrê didome. Lê rayedarên şîrketê bêyî ku li benda encamdana dozê bisekinin ji bo kolandina çalê makîneyên kar şandin taxê. Welatiyan li hemberî makîneyên kar li ber xwe da û ew ji taxê derxistin. Ji bo çal neyên kolandin, welatî li herêma ku tê plankirin dê çalên JES'ê bên kolandin nobetê digirin.    ‘WÊ MADEYÊN RADYOAKTÎF DERKEVIN HOLÊ'    Mehmet Turkelî, diyar kir ku wan doz vekiriye û tê xwestin ku proje bi awayekî derhuqûqî bê sepandin. Turkelî, bi lêv kir ku bi 2 çalên JES'ê yên tê xwestin dinava taxê de bên kolandin wê hezar metre bên kolandin û ji ber vê wê madeyên radyoaktîf derkevin holê û ev jî ji bo jiyana wan talûke ye. Turkelî, diyar kir ku dê tax bi metal û gazên hîdrojenî re rû bi rû bimîne û ev metalên giran wê bibin sedema hişkbûna daran û jehrîbûna av û hewayê. Turkelî destnîşan kir ku ji ber ew hay ji van pirsgirêkan hene wan dest bi girtina nobetê kiriye. Turkelî, ev tişt gotin: "Teqez em ê nehêlin ku li vir çalan bikolin. Li kuderê dibe bila bibe em ê bitêkoşin. Em tevî hevalên xwe beşdarî xebatan dibin. Em naxwazin zirar bigihîje gelê me. Şaredariya Karabaglarê jî li hemberî projeyê xwe li nedîtinê datîne û divê enerjiya jeotermalê û ava termal tevlihev neyê kirin. Tê xwestin bi awayekî derhuqûqî JES bên çêkirin û emê carek din giliyê fîrmayê bikin."    ‘LI AYDINÊ ÇÊ KIRIN, LÊ EM Ê LI VIR DESTÛRÊ NEDIN'    Şêniyê taxê Suleyman Tûgay Bal (25) ê di nobetê de ye jî, diyar kir ku ji wan re hatiye gotin wê zirara wan bê dayîn, lê belê zirara li xwezayê bê kirin tu telafiya wê tune ye. Bal, di dewama  axaftina xwe de wiha got: "Xweza ji bo me jiyan, aramî û ciwanî ye. Em naxwazin zirara bigihîje tu qadeke hêşîn jî. Em bûn şahidên JES'ên li Aydinê hatine çêkirin. Li Aydinê dar hişk bûn, mirov nekêfxweş ketin. Hewaya wan hewayeke qirêj bû. Me bi xwe encamên jeotermalên li Aydinê dîtin. Yek ji pêdiviyên sereke yên mirovan jî oksîjen û ava paqij e. Li Aydinê çê kirin, lê em ê nehêlin li vir çê bikin."    ‘EM TEVÎ MALBATÊN XWE NOBETÊ DIGIRIN'    Bal, da zanîn ku armanca JES'ên tên çêkirin bi temamî berjewendî ye û ji bo pereyan li hemberî qirêjbûyîna derdorê rayedar xwe li nedîtinê datîn in. Bal, anî ziman ku  hemû şêniyên taxê li dijî vê projeyê ne û wiha bi dawî kir: "Ji bo hewaya me, ava me û derdora me qirêj nebe em li vir in. Dema kolandin hat dîtin hemû tax li vir kom bûn. Ji bo jeotermal neyên çêkirin em tevî malbatên xwe her şev li vir nobetê bigirin. Em banga piştevaniyê li hemû hawirdorparêzan dikin."    Emîrza Kûtmanê ku nobetê digire, destnîşan kir ku ew ji bo taxê têdikoşin û wiha got: "Dixwazin hewaya me qirêj bikin. Ji bo xwezayê heta niha tiştek baş nehatiye kirin, tenê tê xwestin ku rantê bi dest bixin. Wê li hemberî qetilkirina xwezayê û rantê têkoşîna me berdewam bike. Em ê nehêlin ku JES bên avakirin."   MA / Ayşe Surme