Rapora kana mermeran: Ji bo mirov û sewalan xetere 2021-05-29 13:52:50   WAN - Komîsyona ku ji aliyê Qeymeqamtiya Payîzavayê ve têkildarî kana mermeran a li gundê Şêxan, hat avakirin raporek amade kir. Komîsyonê di rapora xwe de, diyar kir ku kana mermeran hem ji bo sewalkariyê hem jî ji bo gund xetere.   Niştecihên gundê Şêxan ê girêdayî navçeya Payîzava ya Wanê, ji ber ku li dijî çêkirina kana mermeran a li gundê xwe derketin, rastî êriş û tundiya esker û cerdevanan hatibûn. Ji hin welatiyên gund ên eskeran gule û bombeyên gazê bi ser wan de barandibûn, gefa kuştinê li wan xwaribûn û bi lêdanê hatibûn binçav kirin. Ji ber rayedarên fîrmayê 40 govên gundiyan hilweşandin, hemû heywanên welatiyan li derve man. Li heremê li dijî talana ekolojîk nobet berdewam dike.    Li ser bertek û daxwaza gundiyan, Qeymeqamtiya Payîzavayê ji bo li heremê lêkolînan bike komisyonek ava kir. Komîsyona ku ji Midurê Îdareya Taybet, Wekilê Midurê Karên Nivîsê, Midurê Çandiniyê yê Navçeyê, Şeftiya Emlakê ya Netewî, Serokê Koma Tenduristiyê, rayedarekî eskerî û Midurê Sicilê yê Tapûyê pêk tê, têkildarî kana mermeran a li gund dixwaze bê çêkirin rapor amade kir.      Komîsyonê cih da van gotinan: “Hat diyarkirin ku dema toza mermer gihişt xwezayê û qadên jiyana civakî wê ji bo nexweşên pirsgirêka bêhnê dikişînin bibe pirsgirêk. Cihê ku mermer jê tê derxistin zozan in. Heke bi kalibên mezin bên derxistin dibe ku kevirên mezin gêr bin û zirarê bidin mirov, sewal û xaniyên gundiyan. Ji ber ku kana mermeran di rêya hatin û çûyîna pez de ye wê ev rewş bibe xetere.”