Bendava Devegeçîdiyê li ber çikandinê ye 2021-05-26 09:03:02 AMED - Li Amedê ji ber kêmbarîna baranê gol û bendavên pêdiviyên avê yên xelkê dabîn dikin li ber çikandinê ne. Li Bendava Devegeçîdî ya bi ser navenda Amedê ve ava wê ji nîvî zêdetir kêm bûye û hatiye ber çikandinê.  Payîz, zivistan û bihar ziwa derbas bû. Şilî nebariya. Ev yek rê li ber xetereya xwezayî ya tîbûna axê vedike. Ev jî li ser çandinî û sewalkariyê bandoreke mezin a neyînî çêdike.  Di demsala zivistanê de ji ber kêmbarîna baran û berfê û di demsala biharê de ji ber nebarîna baranê xêrûbêra dexlûdan ango zad jî kêm e.    Nebarîna baranê tesîrek neyînî li ser ava gol, gelî û çeman dike û bêav mane. Li gol û bendavan av jî nîvî kêmtir bûye. Li çem û sûlavan jî nîvî bûye. Li bajarên wek Amed, Riha, Mêrdîn, Êlih û Şirnexê ew metirsî heye ku nebûna avê rê li ber bobelatên xwezayî veke.    Li Amedê jî nebarîna baranê gelek eşkere xwe radixîne ber çavan. Li Çemê Dîcleyê ji Amedê heta Iraqê ku ruh dide xwezayê û erdan, av gelek lê kêm bûye. Ev dibe sedema mirina masiyan û bobelatan pêk tîne.    BENDAVA DEVEGEÇÎDÎ LI BER ÇIKANDINÊ YE    Li gol û bendavên Amedê jî av pirr kêm bûye û hişkaya derdorê xwe dide nîşandan. Li gola Bendava Devegeçîdî ya bi ser navenda Amedê ve av ji nîvî zêdetir kêm bûye û qeraxên avê ziwa mane. Li vê bendava ku gelek gundên derdorê pêdiviya xwe avê jê dabîn dikin li ber çikandinê ye. Ev Bendav di navbera sala 2009-2010’an de ji bo avdaniya zeviyên xelkê derdorê hatiye çêkirin.    Cotkar, gundî û şivanên derdorê ji rewşê nekêfxweş in û xemgîniya xwe tînin ziman. Şivanek li ber pezê xwe diyar dike ku îsal ne av heye û ne jî çêre heye ku pezê xwe lê av bide û biçêrîne. Şivan got ku ev yek tesîrek mezin li ser wan dike û ew hêvî dikin ku ev bêavî rê li ber xetereyên mezin veneke.    MA / Bîlal Guldem