Li zozanên Serhedê rengên biharê 2021-05-22 09:00:30 WAN -  Li zozanên Erdîşê, piştî dinya germ bû û berf heliya, kulîlk çiyayan bi rengê zer û şîn dixemilînin. Li Serhedê, piştî dinya germ bû û berf heliya, li zozanan kulîlk vekirin. Li zozanên Erdîşê, kulîlk çiyayan bi rengê zer û şîn boyax dikin. Kulîlkên ku di orta Gulanê de vekirin, bi rengên xwe mirovan heyr û hejmatkar dihêlin. Li Zozana Devzerê, li deverên bi qelaç û li qeraxên robaran mirov leqayî harmoniya pîvok, berfîn, newroz, lale û gulberfînan tê.    Her wiha şivan Nîhat Ozmen ku li zozanan heywanên xwe diçêrîne jî bi kilamên xwe rengekî din li vê dîmen û bergehê bar dike.