Rekolteya mişmişan kêm dibe: Tu polîtîkayeke çandiniyê tune 2021-05-15 09:10:17 MELETÎ - Serokê TUM KOY SEN ê Şaxa Meletiyê Alî Gure, da zanîn ku berê rekolteya mişmişan 300 ton bû, lê niha 30-35 ton e. Gure, destnîşan kir ku sedema vê polîtîkayên çandiniyê ne.  Li cîhanê ji 17 milyon darên mişmişan, 8 milyon jê li Meletiyê ne. Berê rekolteya mişmişên Meletiyê 250-300 ton bû, lê ji sala 2004'an heya niha her diçe kêmtir dibe. Par du rekolteyên cuda hatibûn aşkerekirin; 65 ton û 80 ton. Îsal jî ji ber ku qeşayê li mişmişan xistiye, tê gotin ku dê rekolte li dor 30-35 tonan be.    Serokê TUM KOY SEN ê Şaxa Meletiyê Alî Gure, qeşaya ku li mişmişan xistiye û polîtîkayên çandiniyê yên heyî nirxandin.    DIXISIRIN    Gure, diyar kir ku her sal li dor 50 hezar karkerên demsaliyê mişmişan berhev dikin û ji xeynî darên mişmişan, qeşa li gûzan, rez û gelek darên fêkiyan xistiye. Gure, vê yek wekî "karesatekê" pênase kir û got: "Tespît tên kirin, lê li gor çavdêriyên me zirareke mezin heye. Niha li gor texmîna me dê rekolte li dor 30-35 tonan be. Lê gava em hemû darên mişmişan ên Meletiyê bihesibînin mirov dikare behsa 140 tonî bike."    ‘BERJEWENDIYÊN 3 BAZIRGANAN'    Gure, bibîr xist ku par ji aliyê Midûriyeta Çandinê ya Meletiyê, Odeya Çandiniyê û Walîtiyê ve du rekolteyên cuda hatine diyarkirin û got: "Rekolteyê zêde nîşan dan, fiyet kêm kirin." Gure, destnîşan kir ku gundî û hilberîner daxilî nav pêvajoya diyarkirina rekolteyê nehatine kirin û rekolte li gor "berjewendiyên 3 bazirganan" hatiye diyarkirin.    Gure, destnîşan kir ku tiştên diqewimin girêdayî polîtîkayên çandiniyê yên Tirkiyeyê ne û got: "Berê li herêma me berên cur bi cur hebûn. Pincar çavkaniyeke sereke ya debarê bû. Bi tonan pincar dihat berhevkirin. Lê piştî guherandina polîtîkayên çandiniyê tenê fabrîkeyeke şekir hiştin. Nabêjin 'neçînin', lê qeynter girtî ne û fabrîke pir dûr e. Niha hema bibêje li Meletiyê pincar nemaye. Tûtinê jî bi heman awayî qedandin. Niha tenê mişmiş maye."    MESREF ZÊDE YE, ALÎKARÎ TUNE YE    Gure, destnîşan kir ku mesrefên zêde jî bandorek nebaş li hilberîneran dikin û got: "Em hilberîner niha mazota herî biha ya cîhanê bi kar tînin. Dermanê par dihat bikar anîn bi 60 TL'yî bû, lê niha bûye 230 TL. Hilberîner dixwazî mişmiş hebe dixwazî tune be, mecbûr e wekî pitikekê li darên xwe miqate be. Ev mesref û bihabûn kirine ku hilberîner tiştekî nekin. Ber nagire, lê dîsa mesref dike. Her wiha tu destek jî tune ye."    ‘DEWLET DEYNDARÊ ME YE'    Gure, destnîşan kir ku li gor Qanûna Çandiniya Organîk ku di sala 2004'an de hatiye çêkirin, diviyabû ji sedî pareke hasilaya neteweyî ji bo çandiniyê bihata veqetandin û got: "Niha desteka salane ya li gor hasilaya neteweyî ku divê bê belavkirin 280 milyar TL ye. Lê desteka tê dayîn 120 milyar TL ye. Niha dewlet deyndarê me hilberînera ye. Desteka ku li gor qanûnê hatiye diyarkirin jî nadin me."    Gure, destnîşan kir ku êdî hilberîner nikarin hilberînin û got: "Li Tirkiyeyê 28.5 hektar er dhebû, lê niha 23 hezar hektar maye. 5.5 hektar çû ku? Ji ber polîtîkayên çewt hilberîner dev ji erdên xwe berdide û bar dike diçe bajêr. Li gor daneyên fermî yên TÛÎK'ê her sal gundî koç dikin. Tu hêviya nifûsa ciwan jî di çandiniyê de nemaye û ew jî terka malê dike. Ev dane rewşa çandiniyê nîşan didin. Nifûsa gundiyan, nifûseke extiyar e. Erdên wan dikevin ber rantê. Mirov êdî darên xwe yên mişmişan dibirin."    DIVÊ ZIRARA WAN BÊ DAYÎN    Gure, anî ziman ku derbarê gundiyên hilberîner de tu polîtîkayeke Tirkiyeyê tune ye. Gure, destnîşan kir ku divê dewlet zirara hilberîneran bide, deynên wan ên li bankeyan û kooperatîfan ji nû ve bêfaîz saz bike û mazotê bi erzanî bide hilberîneran.    MA / Emrûllah Acar