Li Deşta Mêrdînê dema çinînê ye: Hişkesaliyê li ceh daye 2021-05-11 16:51:17   MÊRDÎN - Cotkarên li deşta Mêrdînê ji ber hişkesaliyê zû dest bi çinîna ceh kirin. Ji ber hişkesaliyê li gorî salên berê xêrûbêra dexlûdan kêm e. Di zeviyek ku sala par 10 ton hilberîn jê dihat, îsal daketiye 2 ton hilberîn.    Li Berî ango Deşta Mêrdînê hişkesaliya 50 salên dawî heye. Ji ber demsal bi şilî derbas nebû cotkaran li Deşta Mêrdînê zû dest bi çinîna dexlûdanên xwe kirin. Cotkar ewilî cehên çandine diçînin. Li gundê Goliyê ya girêdayî navçeya Artûklûya Mêrdînê bîçer ketin zeviyan û dest bi çinîna zad kirin. Ji ber hişkayiyê cotkar xemgîn in û bi gazin in. Di heman zeviyan de salên bihûrî ku xêrûbêrek zêde jê dihat lê îsal kêm jê hatiye. Xêrûbêr ketiye binê nîvî nîvî.    HIŞKESALIYÊ ZIRAREK MEZIN DAYE COTKARAN    Mahmût Egî yê li zeviyê xwe dest bi çinîna ceh kir destnîşan kir ku îsal xêrûbêr gelek kêm e û got: “Hişkesalî li gelek deveran bandora xwe kiriye. Cotkar bi tengasiyên mezin re rûbirû ne. Salên berê li vê zeviya me ya 27 donim me 2 depo û nîv zad jê digirt, lê wa îsal hindik maye çinîn biqede, hêj depoyek tije nebûye. Her depo derdora sê ton û nîv jê tê. Yanî salên berê me 8-10 ton hilberîn jê digirt, lê îsal wê du sê ton encax jê were.    Egî anî ziman ku li derdora wan her kes bi cotkariyê ve mijûl e û ji ber polîtîkayên şaş ên dewletê li ser çandiniyê cotkar di bin deynan de mane û zirar dikin.