Cengîz Holdîng dixwaze herêma Behra Reş talan bike 2021-05-04 09:00:36 RÎZE - Li herêma Behra Reş deverek nemaye ku bi destê Cengîz Holdîngê nehatibe talankirin. Gelê herêmê li hemberî projeyên talankirinê yên şîrketê serî rakirine.  Cengîz Holdînga nêzî îqtidarê, niha dixwaze li navçeya Îkîzdere ya Rîzeyê kana keviran çêbike. Holdîng dixwaze li Geliyê Îşkendereyê kana keviran çêbike. Geliyê Îşkendereyê geliyeke ku tê parastin.    Li gor daneyên Bankeya Cîhanê Cengîz Holdîng di nav 10 şîrketên mezin de ye ku herî zêde îhaleyên cemaweriyê digire. Ev şîrketa navbirî, li Behra Reş hema bibêje tu dever nehiştiye ku bi proje û îhaleyan talan nekiriye. Herî dawî îhaleya TUnela Zîganê ya Trabzon-Aşkaleyê û Lîmana Lojîstîk a Rîze-Îyîdereyê girtibû.    BI RÊYA PERAVÊ YA BEHRA REŞ DEST PÊ KIRIBÛ    Şîrketê li herêmê di salên 90'î de bi îhaleyên rêyan dest bi îcraatên xwe kiriye. Rûxandina wê ya herî mezin jî 'Rêya Peravê ya Behra Reş' e.    Cengîz Înşaatê, tevî Mapa Înşeatê îhaleya rêya Çayelî-Ardeşen-Hopayê û bi dû re jî îhaleya rêya Çayelî-Kemalpaşa-Sarpê wergirtibû. Rêya ku şerîda xwezayî ya rêyê xera kiribû, di sala 2015'an de piştî lehiya li Hopayê bûbû rojev. Ev rêya ku pêşî li ber ava baran girtibû nehiştibû biherike behrê, bûbû sedema mirina 11 welatiyan.    Her wiha li Kastamonû, Sînop, Trabzon, Gumuşhane û gelek bajarên din jî îhaleyên rêyan girtibûn û li van deran jî gelek daristan qirkiribûn.    PERAVÊ TALAN KIR    Li gel îhaleyên rêyan şîrketê îhaleyên ji bo Lîmana Ereglî ya Zongûldakê, Lîmana Hopa ya Artvînê û Lîmana Gîresûnê jî bi dest xistibû û di destpêka salên 2000'î de qebareya şîrketa xwe mezin kiribû.    Piştî AKP bû îqtidar, hema bibêje holdîngê ambargo danî ser îhaleyên dewletê û di nav gelek 'projeyên mega'yî de cih girt.    Şîrket li xeta peravê ya Behra Reş, bi çêkirina Balafirgeha Ordû-Gîresûnê û Balafirgeha Rîze-Artvînê xeta peravê tije kir û bi vî awayî awayê xwezayî yê peravê ji binî de xera kir û zirareke mezin da ekosîstema behrê û herêmê.    Niha ji bo xeta peravê projeya dawî jî li navçeya Îyîdere ya Rîzeyê çêkirina Lîmana Lojîstîkê ye. Ê wekî projeyên din, di çarçoveya vê projeyê de jî qismeke behrê tije bike.    BENDAV Û HES    Şîrketê li Maçkaya Trabzonê projeya Bendava Atasû û Santrala Hîdroelektrîkê (HES) jî hilgirtibû ser xwe û piştî vê li Artvînê projeya Bendava Yûsûfelî û projeya HESê çêkiribû.    Ji ber vê projeya ku dê zirareke mezin bide nebatên endemîk ên li herêmê, par gava bendav dihat çêkirin lehî rabûbû û kesekî jiyana xwe ji dest dabû. Ji niha de bandoreke mezin li ser hevsengiya baranê ya herêmê kiriye. Her wiha li Mûrgûl a Artvînê bi çêkirina HES'ê bandor li asta ava Robarê Kabacayê jî kiriye.    KAR Û BARÊN MADENAN    Her wiha Cengîz holdîng li herêmê kar û barê madenvaniyê jî dike. Dixwaze li navçeya Mûrgûl a Artvînê tesîsa bi siyanurê lêgerîna zêran çêbike.    Şîrketa navbirî di sala 2006'an de li Mûrgûlê îhaleya kesîdekirina Kargehên Etî Bakirê bi dest xistibû.  Di sala 2014'an de di bn navê dorfirehkirina tesîsên kargehan proje amade kiribû û xwestibû li herêmê tesîsa bi siyanurê lêgerîna li zêran çêbike. Lê belê gelê herêmê di warê hiqûqî û di warê têkoşîneke fiîlî de li ber xwe dabû û pêşî li ber vê girtibû. Lê şîrketê par dîsa hewl dabû vê projeyê pêk bîne û ji bo vê jî xwestibû gel qaneh bike. Lê gelê Mûrgûlê dîsa dest bi çalakiyên xwe kiribû û şîrket jî mecbûr mabû cardin projeya xwe rawestîne.    ÇAVBERDAYE ÎKÎZDEREYÊ JÎ   Cengîz Holdîng niha jî çav berdaye navçeya Îkîzdere ya Rîzeyê. Dixwaze li Îkîzdereyê li Geliyê Îşkencedereyê ku tê parastin, kana keviran çêbike. Çendî ku gundî li ber rabûne jî cardin dest bi kar û barên çêkirina kanê kiriye.    Kana kevirên bazaltî ya tê xwestin li gundê Cevîzlîkê bê çêkirin, dê gefeke mezin li pergala xwezayî ya herêmê û mêşvanî û çayvaniyê bike. Her wiha di dema çêkirinê de ava vexwarinê ya herêmê şolî bûye û ji kaniyan herî diherike. Ji ber ku herêm devereke bi kend û kosp e, pispor diyar dikin ku dê ji ber dînamîtan hêlan û hezaz çêbibe.    BERXWEDAN    Şîrketa ku hema bibêje hemû herêm talan kiriye, li her derî leqayî berxwedana gel tê. Nexasim jî li Mûrgûlê di dema çêkirina 'Rêya Peravê' û bi siyanurê lêgerîna li zêran de bi berxwedanek mezin re rû bi rû mabû. Li Mûrgûlê di sala 2014'an de ji ber çalakiyan hema bibêje li seranserê navçeyê jiyan rawestiyabû. Gel li Kargehên Etî Bakirê dest bi grevê kiribû. Bi vî awayî nehiştibû tesîsên bakirê û HES'ê bixebitin.    Li Îkîzdereyê jî gel heman tişt kir, lê belê leqayî liv û tevgerên eskeran hat. Lê belê welatî dîsa ji ya xwe daneketin û nîşan dan ku dê kes nikaribe wisa bi rihetî qada wan a jiyanê talan bike.    MA / Tolga Guney