ÎDEF: Kana keviran dê felaketê bîne 2021-05-02 16:01:07   RÎZE – Federasyona Komeleyên Îkîzdere (ÎDEF) daxuyanî da û diyar kir ku kana keviran a li navçeya Îkizdere bê avakirin dê bi xwe re felaketek mezin bîne. ÎDEF'ê da zanîn ku herî kêm dê 32 hezar dar bên birîn û bi dînamitên bên teqandin dê talûke zêde bibe.    Federasyona Komeleyên Îkîzdere (ÎDEF), têkildarî Kana Keviran ku tê xwestin li navçeya Îkizdere ya Rîzeyê ava bikin daxuyanî da. ÎDEF'ê da zanîn ku herî kêm dê 32 hezar dar bên birîn û bi dînamitên bên teqandin dê talûke zêde bibe. ÎDEF'ê da zanîn ku 11'emîn Midûriyeta Herêma Trabzonê ya girêdayî Wezareta Binesazî û Ragihandinê rûhsat dane kanên keviran ên li Geliyê Îşkencedere û wiha got: "Dixwazin gelî bikin çavkaniya kana keviran. Bi rojan e gundî li dijî kepçe û dozeran têdikoşin. Nêzî salek û nîv e ji bo em vê neheqiyê bînin ziman û biryara şaş a der barê kanên keviran de bînin ziman em dixwazin bi rayedarên dewletê re hevdîtin bikin. Lê heta niha daxwazên me nehatine qebûlkirin.    DÊ 32 HEZAR DAR BÊN BIRÎN    ÎDEF'ê da zanîn ku dewletê soza 3 salan daye, lê mînakê vê yekê ne wisa ne û wiha got: "Li Gundê Şimşirlikê kana keviran 35 salin vekirî ye. Kana Mermer a li Gundê Cevizlîk û Gurdere 75 salin vekirî ye. Kana Kevirên Reş a Cevizlîkê 4 salin vekirî ye. Kanên kevir û mermeran li ser 320 hektar zevî hatine avakirin. Li vê qadê ji nêzî 324 hezar dar heta 750 hnezar daran pêk tê. Em li cihekî wekî Derya Reş qala 32 hezar daran dikin. Dîsa li vê qadê ji ber dê dînamît bên deqatindin dê zerarek mezin bide herêmê."