Li dijî kana keviran kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin 2021-04-28 12:05:10   RÎZE - Îkîzdereyî yên bi rojan e li dijî kana keviran a tê xwestin were avakirin, nobeta xwe didomînin, ji bo proje bê betalkirin kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin.    Şêniyên navçeya Îkîzdere ya Rîzeyê ku bi rojan e li dijî kana keviran a tê xwestin li Geliyê Îşkencedereyê were avakirin, nobeta xwe didomînin, ji bo proje bê betalkirin kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin. Îkîzdereyiyan, diyar kir ku wê li dijî avakirina kana keviran heta dawiyê li ber xwe bidin û ji bo kampanyayê banga piştevaniyê kirin.