‘Em daristan û axa xwe ji dewletê diparêzin’ 2021-04-28 09:02:56   RÎZE - Şêniyên herêma Geliyê Îşkencedere ya girêdayî navçeya Îkîzdereyê diyar kirin ku bi çêkirina kana keviran re wê ava gundê wan tune bibe û gotin: “Em daristana xwe ji dewletê diparêzin.”    Li Geliyê Îşkencedere ya girêdayî navçeya Îkîzdere ya Rîzeyê ji aliyê Înşata Cengîz ve tê xwestin kana keviran were çêkirin. Welatiyên wê deverê hefteyeke li dijî hewldana çêkirina kana keviran li ber nobet digirin. Yek ji deverên cîhanê ye ku divê were parastin. Ji roja ku makîneyên kar ketin gelî xelkê wê derê jî xwestin asteng bikin. Leşker ji welatiyan re asteng derdixin lê tevî hemû hewldanan jî welatî li ber xwe didin.    Şêniyên gundê Cevîzlîk bertek nîşanî hewldana çêkirina kana keviran dan.    'DARISTANÊN ME PERÎŞAN KIRIN’    Pervîn Baş got bi rojane ji bo parastina av, ax û darên xwe li ber xwe didin û ji ber vê neheqiya li wan tê kirin perîşan bûne. Baş anî ziman ku ew naxwazin kana keviran were çêkirin û heke ava wan ji destê wan biçe ew ne tiştek dikarin bixwin û ne jî vexwin. Baş diyar kir ku xwediyên wê deverê ew in û daristanên wan perîşan kirine û ew ji vê rewşê re dibêje êdî bes e.    'EM GUNDÊ XWE DIXWAZIN’   Emîne Tûrsûn jî destnîşan kir ku ew ji bo parastina xwezaya xwe wê her tiştî bikin û ew tiştek naxwazin saxî û selametiya gund û herêma xwe dixwazin. Tûrsûn got ew ê heta dawiya li ber xwe bidin.    ‘ÇAVNEBAR IN’    Fatma Baş jî anî ziman ku gundên wan ji wan sitendine û dane Înşata Cengîzê û cihek wan çay vexwarinê hebû wî jî ji destê wan digirin. Baş anî ziman ku ji şîrket û yên destûra şirketa dide çavnebar in, têr nabin û av, çay, çere û gundê wan sitendine wê ji wek din çi bibin.    ‘JI ÎQTIDARÊ HÊZ DIGIRIN’    Asûman Fazlioglû jî destnîşan kir ku ev şîrketên wek Cengîzê bi desteka îqtidarê xwezayê talan dikin û ew naxwazin dar û berê wan were tunekirin. Fazlioglû got heke cihê wan xera bibe ew ê biçin û li ku bijîn.    ‘GELÎ HER TIŞTÊ ME YE’    Ahmet Tuncer jî anî ziman ku ev geliyê wan her tiştê wan e û ew naxwazin xwezaya wan were talankirin û ava were çikandin.    ‘EM DARISTANA XWE JI DEWLETÊ DIPARÊZ IN’    Mujdat Albayrak jî bi bîr xist ku ew ji serê nîsanê ve di çalakiyê de ne. Albayrak destnîşan kir ku ew ê av û milkê xwe nedin tu kesî û got: “Em daristan û axa xwe ji dewletê diparêz in. Em dixwazin bila ev talan were sekinandin.”    MA / Tolga Guney