Kalçik: Qeraxê Gola Wanê tê dagirkirin û talankirin 2021-04-23 10:04:41   WAN - Serokê ÇEVDER’ê Alî Kalçik diyar kir ku Gola Wanê ku ji esmanî ve bi hişmet xuya dike lê li qeraxê wê bi saziyên dewletê û vîlayên havînê hatiye dagirkirin.    Yek ji golên sodayê ya herî mezin ên cîhanê Gola Wanê ye. Di hefteyên derbasbûyî de Ajansa Fezayê û Hewavanî ya Amerîkanê (NASA) pêşbaziya “Turnuwaya Cîhanê” li dar xistibû û wêneyê Gola Wanê bûbû yekemîn. Bijartina wêneyê Gola Wanê di raya giştî de deng veda. Pişî hişmet nîşandana Gola Wanê vê carê jî awir zivirîn ser qirêjî û gemariya li qeraxên golê. Gol her roj bi bermayiyên kananlîzasyon û çopê tê qirêjikirin. Li qeraxê golê gelek saziyên dewletê hatine avakirin û di salên dawî de destûra îmara çêkirina vîlayan jî hatiye dayîn.    ‘SAZIYÊN DEWLETÊ QERAXÊ GOLÊ DAGIR KIRINE’    Serokê Komeleya Pêşxistin û Lêkolînê ya Parastina Berhemên Dîrokî ya Wanê (VAN ÇEVDER) Alî Kalçik qirêjkirina qeraxê Gola Wanê rexne kir. Kalçik da zanîn ku li gorî Qanûna Qeraxê derdora gol û deryayan divê kes veneguherîne milkên taybet û got: “Mezinahiya derdora Gola Wanê 450 kîlometre ye. 185 kîlometre di dikeve sînorên Wanê. Ji gundê Înkoy yê Westanê bigire heta gundê Karatavûk yê Erdîşê qeraxê Golaê hatiye dagirkirin. Yên qerax dagir kirine di destpêkê de rayedarên dewletê tê û kesên qanûnan çêdikin tên. Gelek deverên qeraxê Gola Wanê ji aliyê saziyên dewletê ve hatiye dagirkirin. Welatî jî vê yekê ji xwe re mînak dibînin û diçin avahiyan çêdikin. Divê saziyên dewletê li gorî yasayan tev bigerin. Pêwîste demildest dest ji vê binpêkirina qanûnên qeraxê Gola Wanê were berdan.”    ‘RAYEDAR SÛC DIKIN’    Kalçik destnîşan kir ku qonaxa walîtiyê, avahiyên rêya bejahiyê, miduriyeta polîsan, şaredarî û tesîsa parzînê li ser şerîda qeraxê golê hatine çêkirin û bi vê yekê derdora golê hatiye qirêjkirin. Kalçik anî ziman ku mafê zindaweran bi xetereyê re rûbirû maye û got: “Her roj qeraxê Golê tê qirêjkirin. Gelemşeyê diavêjin. Navê pênaseya vê yekê hovîtî ye. Serokkomarê vî welatî li Xelatê qesra qaçax çê dike. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) çêkirina vê qesrê disekinîne. Lê belê çêkirina wê didome. Li vir êdî gotin diqede. Li gorî qanûna hawirdorê yên ku derdorê qirêj dikin sûc dikin. Yên niha ku derdora golê qirêjî dikin sûc dikin. Li dijî qanûnan tevdigerin.”    ‘GOLA WANÊ TÊ TALANKIRIN’    Kalçik destnîşan kir ku erda zilan li derdora Gola Wanê hene û gelek ji van erda zilan hatine ziwakirin û şûna wan hatiye tijekirin. Kalçik diyar kir ku şûna van erdên zila ji çêkirina avahiyan ango îmarê re hatiye vekirin û xwezaya derdora Gola Wanê bi avahiyan hatiye dagirkirin û tê talankirin. Kalçik destnîşan kir ku rewşa Golê wek “rehendek xeternak” pênase kir û got: “Rast e, dema meriv ji esmanî ve li Gola Wanê dinêre bi hişmet xuya dike, lê belê li erdê û qeraxê ev rewş gelek xeternak e. Gola Wanê tê talankirin. Divê em rê nedin vê yekê. Wêneyê ji esman ve hatiye girtin bû yekemîn. Rayedar jî li ser vê yekê prîm dikin. Lê belê heman rayedar wezîfeya xwe nakin. Hem golê dagir dikin hem jî qirêjî dikin. Gola Wanê nirxê dinyayê ye. Divê teqez em xwedî li golê derkevin. Ne di bin destê tu kesî de ye.”    MA / Ozlem Yayan